Endama raghandina YPJ'ê Eylûl Nûhilat li Şehbayê jiyana xwe ji dest da
14:39
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku endama raghandina YPJ'ê Eylûn Nûhilat di dema êrîşên li ser herêma El Şehbayê dişopand jiyana xwe ji dest da.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Eylûn Nûhilat ku berpirsa ragihandina YPJ'ê ya li Kantona Efrînê bû, di 20'ê cotmehê de di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wan de jiyana xwe ji dest da.
Daxuyaniya fermandariya giştî wiha ye:
"Di 5 salên dawî de herêma Rojhilata Navîn di nava şerê man û nemanê de ye. Kiryarên ku bi serê gelê vê herêmê tê kirin, mirov dikare weke şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav bike. Ev şer bi destê hêzên ku dixwazin ji alozî û tevlîheviya di herêmê de sûdê werbigirin pêk tê. Tişta ku bi zelalî diyar dibe ev e ku berjewendiyên hin hêzan di herêmê de gihiştiye hev û tu feyedeya gelê herêmê tê de nîne. Di encamê de gelê herêmê di nav şer û pevçûnên pir dijwar de ne û her roj bi komkujiyan re derbas dibin.
Mînaka herî dawî jî, êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê ya ku di encama hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsiya de, herêma Cerablus dagir kir û niha dixwaze bi heman rêbazê, herêma Şehbayê dagir bike. Di heman demê de, bi van êrîşan dixwaze bibe destek ji hevkarên xwe re, çeteyên DAIŞ'ê re. Dewleta Tirkiyeyê erîşên xwe yên asmanî li ser gundawarên Şehbayê û çeperên hêzên me, bi dijwarî hîn berdawam dikin. Di encema van êrîşan de, hejmarek ji gelê sivîl û rêhevalên me piştî berxwedaniyeke mezin li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê meşandin, gihiştin şehadetê.
Yek ji van şehîdan jî, rêheval û rojnamevan Eylûl Nûhilat bû, ya ku ji bo şopandina van êrîşan û her wiha eşkerekirina kiryar û komkujiyên dewleta Tirkiyeyê, tevlî hemleya rizgakirina herêma Şehbayê bû. Di encema topbarana herêma Şehbayê, di şeva 20’ê cotmehê de, heval Eylûl li gel 14 endamên Eniya Parastina Jinên Şehbayê û Cephet El-Ekrad, bi qehremanî şehîd bûn.
Heval Eylûl yek ji wan jinên ku di destpêkê de, tevlî şoreşa rûmetê, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Berî ku derbasî qada ragihandina Yekîneyên Parastina Jin bibe, cihê xwe di nav refên YPJ'ê de digirt û weke şevanekê bi hezkirin û coşeke mezin tevlî hemleyên şer dibû û bê teredûd xwe spartibû xebatên şoreşê. Dîsa berî her tiştî xwedî fikreke azad bû. Ew bi kurbûna wê ya dîrokî, netewî û ruhê xwe yê sade û girêdana xwe ya bê dawî bi fedakartiyeke mezin bû sembola jinên ciwan û bû fermandara jiyanê.
Di heman demê de, di qada ragihandinê de xwedî roleke pir mezin bû. Şervana YPJ'ê û endema ragihandina giştî ya Yekîneyên Parastina Jin, ji bo ragihandina rastiya berxwedana şervanên YPJ'ê, Eniya Parastina Jinên Şehbayê û şopandina pevçûn û pêşketinên dawî li wê herêmê, bi çek û dûrbîna xwe ve, roleke sereke di vê hemlê de leyîst û bû zimanê dîroka ku li wir tê nivîsandin.
Ev rûyê rastî yê jina kurd ya rojnemevane, ji dîrokê bigire hetanî roja me ya îro, ew her tim çavkaniya rastiyê bû. Bi taybet piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo ragihandina berxwedana jin û hemleyên rizgarkirina axa Rojava, bi şev û roj, di nav têkoşîneke mezin de bû û li ser vî esasî bedelên pir mezin dan. Îro heval Eylûl li ser xeta Arînan û Agiryan bû sembûla jina rojnamevan. Şehedeta heval Eylûl ji bo me, windahiyeke pir mezine, hem weke fermandareke jiyanê û hem jî weke endemeke ragihandinê. Lê belê di heman demê de, şehdeta wê ji bo me, wê bibe sedema bilindkirina têkoşîn û ragihandina azad.
Em di şexsê şehîd Eyûl de, hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin û soz didin ku rê û rêbaza şehîd Eylûl bibe çiraya têkoşîna jina rojnamevan û bibe felsefeya me ya ragihandinê. Bi ruhê Arînan, Agiryan û Eylûlan de, em ê tim şopdarê riya şehîdên nemir bin, felsefeya jin azad û berxwedana xwe di lotkeya herî bilind berdawam bikin.
Careke din bi rêzdarî hemû şehîdên doza Kurd bi bîr tînin û wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em sersexiyê ji malbata şehîd Eylûl û hemû şervanên YPJ'ê re dixwazin. Heya dawî em şopdarê riya wan in û dirûşmeya “an serkeftin an serkeftin” wê hertim silogana me be.
(en/rc)