RAJIN Rojava ji bo rojnameger Eylûl Nûhilat daxuyanî da
14:55
JINHA
QAMIŞLO- Komîteya RAJIN-Rojava ji bo endama ragihandina YPJ'ê Eylûl Nûhilat daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Komîteya RAJIN-Rojava ji bo endama ragihandina YPJ'ê Eylûl Nûhilat ku dema nûçeyên şer yên li herêma El Şehba dişopand, di encama êrîşên dewleta Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Komîteya RAJIN-Rojava wiha ye:
"Hevala me Ronahî Omer ya bi nasnav Eylûl Nûhilat ku di Ragihandina YPJ'ê de li Kantona Efrînê cih digirt di êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker li ser gundê Hisiyê de tevlî kerwanê şehîdan bû.
Şoreşa Rojavayê kurdistanê bi ked û qehremanî û pêşengtiya ku jinan di hemû qadên şoreşê de raber kirine, gav bi gav diçe serkeftinê. Ji bo ev serkeftin mayînde bibe û hemû gelên heremê li ser bingeha vîna xwe ya azad bi hev re bijîn, tevgera azadiyê li Rojava hemleya yekirina hersê kantonan û rizgarkirina tevahî heremên Bakûrê Sûriyê daye destpêkirin. Ev hemleya ku di riya damezrandina pergala Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê roj bi roj gav diavêje û di serî de bi saya qehremanên me yên nemir û fedekariya tevahî gelên li heremê, bi pêşengiya jinan ber bi serkeftina mayînde ve diçe. Dijminên gelan û di serî de dewleta tirk ya dagirker û faşîst, ên ku tinebûna xwe di van serkeftinan de dibînin, bi hemû hovîtiya xwe ve qadên Bakûrê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê kirine armaca êrîşên tunekirinê. Êrîşên li ser heremên El Şehbayê jî zêdegavî û hewla dagirkeriya herî dawî ya dewleta Tirkiyê ye.
Lê ev êrîş ew ê bi tu awayî bi sernekevin, şoreşa ku jin jê re pêşengî dike, berê wê tenê û tenê li serkeftinê ye. Civaka mirovahiyê bi pêşengî, zanyarî û eşqa jinê ya azad avabûye. Binketin û tinebûna civakê jî bi tunekirin û qirkirina jinê pêkhatiye. Lê îro jinan ev polîtîkaya tinekirin û kolekirinê derbas kirine û di rêya azadiyê de diçin. Şehîd Eylûl wek rêhevaleke me ya qehreman ku dixwest van rastiyan ji cîhanê re vebêje, bi eşqa xwe ya azadiyê nemir bû.
Hevala me Eylûl weke hemû hevalên me yên nemir Gurbetelî Ersoz, Deniz Firat, Agirî û Arînan çanda çapemeniya azad a jinê bi xwîn û ruhê xwe av da û nûnertiya herî baş bi tekoşîna xwe jê re kir. Li ser vê bingehê bedela wê çi dibe bila bibe, em weke rêhevalên wê yên jin di çapemeniyê de soza bilindkirin û berdewamkirina doza wê heta serkefinê didin. Careke din em di kesayeta rêhevala xwe şehîd Eylûl de hemû şehîdên Efrîn û tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin û bejna xwe li ber ditewînin. Em dibêjin dê tu êrîş li beramberî vîna azad ya jinê bi sernekevin."
(jh/rc)