Riya Başîka Mûsilê ket bin kontrolê
15:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li eniya Başîkayê pêşketin berdewam dike û rêya navbera Başîka û Mûsilê jî ket bin kontorola pêşmergeyan. Her wiha hat aşkerakirin ku Artêşa Iraqê jî li bakurê Giyarayê 10 kîlometre pêşve çûye.
Operasyona Rizgarkirina Mûsilê di roja 7'emîn de berdewam dike. Hêzên Pêşmerge yên ku di saetên serê sibehê de li Başîkayê ji 3 hêlan ve oerasyon dan detpêkirin û rêya navbera Başîka û Mûsilê kirin bin kontrola xwe.
Li aliyekî din jî Berpirsiyarê Komîteya YNK'ê yê Mexmûrê Reşad Gelalî di agahiyên ku dan RojNewsê de diyar kir ku li herêma Giyarayê jî balafirên hêzên koalîsyonê 10 kîlometre pêşve çûne.
(ekip/fk/mk)