Tûncel li çalakiya aşûreyê axivî: Em ê ji bo azadiyê bi hev re li ber xwe bidin
17:00
JINHA
AMED - Li Amedê ji hêla Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal ve bi minasebeta meha Şîn - Xemgîniyê bernameya daîna aşûreyê hat lidarxistin. Hevseroka DBP'ê ya ku tevli bernameyê bû wiha got: "Ji ber ku em elewî ne, kurd in û jin in mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin. Dixwazin pirrengiya me hilweşînin. Li dijî ên ku şer li me ferz dikin divê em bi hev re têbikoşin."
Serokê PSAKD'ê Cafer Koluman di bernameya aşûreyê de axivî û wiha got: ''Ji bo Kerbaleyên din neyên jiyyin tam dema wê ye ku Elewî werin cem hev û li dijî zilmê têbikoşin.'' Columan diyart kir ji bo îbadeta xwe bi cih bînin ew ê destûrê ji kesekî nexwazin û ew ê li sehpayê bibin Pîr Sultan û li Dêrsimê bibin Seyid Riza.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî wiha anî ziman: ''Ji ber ku em Elewî ne, Kurd in û jin in heqê me yê jiyanê ji dest me tê girtin. Dixwazin avaniya me ya pirrengî hilweşînin. Li dijî wan ên ku şer li me ferz dikin divê em bi hev re têbikoşin. Êrîş bi giştî be li dijî van êrîşan divê her kes were cem hev û wiha têbikoşe. Rêyeke dî nîn e. Di gewherê hemû baweriyan de aştî heye, di heman demê de em ê li dijî zoardaran li ber xwe bidin.''
(Şa/fk/mk)