22 şervan bi tilîliya dayikan hatin oxirkirin

08:43

JINHA

EFRÎN - 22 şervanên Cephet El Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê bi merasîmên girseyî spartin axê.

Li Kantona Efrînê 22 şervanên Cepbet El-Ekrad û Eniya Jinên Şehbayê ên di berxwedana Şehbayê de jiyana xwe ji dest dan, li goristanên Şehîd Refîq û Şehîd Seydo bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin.

Li goristana şehîd Seydo Hêzên Asayişa Gel merasîma leşkerî lidarxistin. Paşê deqeyek rêz hat girtin û piştre axaftin hatin kirin. Fermandarê YPG'ê Firat Xelîl ji bo bîranîna cangoriyan axivî û got: "Wan pirek bi bedena xwe çêkirin ji bo pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigrin. Çiqas êrîş kirin, plan li ser Hêzên Artêşa Şoreşger kirin jî, bê encam man." Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Feşîd Fatko axivî û her wiha cigira Desteya Rêveberiya herêmî ya Efrînê Nûrşan Hisên jî wiha got: "Şehîd rêya me ronî kirin. Ruhê xwe feda kirin. Em ê şopdarê riya wan bin."

Piştre nasnameya 7 şervanên Artêşa Şorşeger hat xwendin û cenazeyên şervanan li ser milan bi dirûşmeyên "Şahîd Namirin" hatin oxirkirin.

Di merasîma li goristana Şehîd Seyîdo ya li gundê Kefer Sefrê ya Cindirêsê cenazeyê Eylûl Nûhilat (Ronahî Omer), Evîndar Çiya (Zelîxe Kedro), Xebat Zagros (Mihemed Cemîl), Zinar Efrîn (Silêman Elî), Aslan Şahîn (Şahîn Xelîl), Birîndar Welat (Mihemed Kedro) û têkoşer Şiyar hatin definkirin.

Di merasîma li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera jî piştî merasîma leşkerî û axaftinan cenazeyên Xwînda Kobanê (Fatma Necar), Çekjîn Cûdî (Ehmed Şêx), Êrîş Efrîn (Mihemed Hemo), Aslan (Ehmed Nûd), Ciwan (Mihemed Şamo), Dêrsim Xabûr (Mûne Qasim), Rûken Amed (Fatma Îbîş), Hisên Kaşt, Berxwedan Efrîn (Welat Mihemed), Hogir (Ocalan), Sîpan Xelat (Abdulrehman Bîlal), Bişeng Cûdî (Rênas Nebo), Raid Mihemed (Mihemed El-Mitî), Ehmed (Ehmed Sibat) û Azad Efrîn (Hisên Ehmed) bi tilîliya dayikan hatin oxirkirin.

(fr/en/rc)