Çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kir

08:53

JINHA

ŞENGAL- Çeteyên DAIŞ'ê di saet 05.00'an de serê sibehê ji 5 aliyan ve êrîşê Şengalê kiriye. Şer didome.

Çeteyên DAIŞ’ê di saet 05:00'an de serê sibehê ji 5 aliyan ve êrîşê gundên Şengalê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşê gundên Til Qasab, Rambosî, Kizil Kent û gundên Solaqê û kargeha çîmentoyê ya Şengalê kirin, hêzên pêşmergeyan xwe paşda kişandin û niha bi çekên giran şer didome.

Li aliyê din hat zanîn ku balafirên koalîsyonê çeperên çeteyên DAIŞ’ê bombe dike. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo xwe ji balafiran biparêzin, li tevahî herêmê dest bi şewitandina lastîk û petrola xam kirine.

(kom/rc)