ROJEVA 24'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Li Tirkiyeyê li girtîgehên Kurdistanê li ser girtiyên siyasî zext her diçin zêde dibin û parêzer Gulîzer Tuncer ku çû serdana muvekîla xwe got: "Ev pêkanîn di 12'ê îlonê de jî nedihatin kirin. FETO'yê dikin hincet û di bin navê ewlehiyê de li girtiyan îşkenceyên giran tên kirin."

*Xwendekarên jin yên Zanîngeha Dîcleyê (DU) nivîsên ser tuwaletê yên 'Bayan' wek 'Jin' guehertin. Xwendekaran diyar kir ku li dijî gotinên nîjadperest wê çalakiyên xwe bidomînin.

*Têkildarî xwendekara Zanîngeha Uludagê ya Beşa Maliyê Ayten Ermîş te bi hinceta ku tevlî bîranîna Roboskê bûye bi îdiaya 'propagandaya rêxistina terorê' kiriye lêpirsîn hat destpêkirin. Lê beyî ku lêpirsîna Aytenê temam bibe ji dibistanê hat avêtin.

*Ezîze Ehmed di temenê biçûk de bi zorê tê zewicandin, xebatê giran kiriye û rastî şîdetê hatiye. Bi şoreşa Rojava re hem jiyana Ezîzeyê hat guhertin, hem jî pirsgirêkên derûnî ya ku dijiya derbas kir. Ezîzeya ku niha li Amûdê cihê xwe di nava Asayîşa Jinê de digre, banga tevlîbûna hêzên parastina cewherî li tevahî jinan kir.

*Parlementera HDP'ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser çerçoveya kampanyaya " Ez li Rêberê xwe ax û azadiya xwe xwedî derdikevim" diyar kir ku, tecrîda li Gireva Îmraliyê tê kirin dê bi destê jinên kurd bê rakirin."

*Bînnaz Toprak tevlî civîna 'Ji bo demokrasiyê yekitî' bû û got li dijî desthilatdariya AKP'ê ya otorîter bûye divê aliyên demokratîk û azadîxwaz azadî bê parastin û bi heman armancê muxalefeteke yekpar bê avakirin.

*Jinên rojavayê Kurdistanê yên Gulnaz Karataş (Bêrîtanê) wek sembola xwe ya têkoşîn û berxwedanê dibînin, bi boneya salvegera wê nirxandin ji ajansa me JINHA'yê re kirin.

*Li Kampa Newroz ya Dêrikê koçberên Şengalê yên ku sedema serkeftinê di perwerdehiyê de dibînin diyar kirin ku, ji bo xwe bi rêxistin bikin û rastî fermanek din neyên ew xwe pêş dixin.