Ji xwendekarên jin yên DU'yê çalakî

09:04

JINHA

AMED- Xwendekarên jin yên Zanîngeha Dîcleyê (DU) nivîsên ser tuwaletê yên 'Bayan' wek 'Jin' guehertin. Xwendekaran diyar kir ku li dijî gotinên nîjadperest wê çalakiyên xwe bidomînin.

Xwendekarên jin yên zanîngeha Dîcleyê li dijî nivîsên zayendperest çalakî pêk anîn. Jin li kampusê hatin cem hev û nivîsên li ser tuwaletê yên 'Bayan' wek 'Jin' guhertin. Jinan diyar kir ku li kampusê bi gotinên zayendperest tevdigerin û ji jinan re qada jiyanê nehiştine û gotin wê ji vir şûnde jî çalakiyên xwe bidomînin.

Ne 'Bayan' em jinin

Xwendekar Zeynep Akbudak got ev yekemîn çalakiya wan ya li dijî van gotinên zayendperste û got: "Em wek jinên zanîngehê ji nivîsa Bayan ya li ser WC neheret dibin. Em êdî bi şîara 'Jin êdî li her derê' wê çalakiyên xwe pêk bînin. Armanca me eve ku em ji gotina 'Bayan' nerehetin. Ji ber ev gotin berdewama 'Bay' e. Em vê jî vê qebûl nakin."

Zeynebê diyar kir ku nivîsên 'Jin' her tim ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve tên rakirin û got wan her tim çalakî kirine, ev nivîs rakirine lê îdareya dibistanê dîsa ev daliqandine. Zeynebê destnîşan kir ku wê berdewama çalakiyên wan bên.

(mm/hu)