Jinên êzidî bi perwerdehiyê re xwe nû de avadikin

09:05

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK- Li Kampa Newroz ya Dêrikê koçberên Şengalê yên ku sedema serkeftinê di perwerdehiyê de dibînin diyar kirin ku, ji bo xwe bi rêxistin bikin û rastî fermanek din neyên ew xwe pêş dixin.

Êzidiyên Şengalê yên ku ji ber êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAIŞ'ê neçar mane koçbikin, li Kampa Newroz ya bajarê Dêrika Kantona Cizîrê bi cih bûn û dest bi înşakirina jiyanê kirin. Li Kampa Newrozê dewreya perwerdehiyê ya ku wê 15 rojan berdewam bike destpêkir. Di dewreya ku 40 kes têde amede ne li sser waneyên dîrok, parastina rewa, ola Êzidîtî, xebatên komîn û meclîsan tê dayîn. Jinên êzidî yên kampê bi zanista ku perwerdehî sedema serkeftina her civakekê ye, girîngî didin xebatên perwerdehiyê. Jinên êzidî diyar kirin ku ji bo ji bindestiyê rizgar bibin û bibin pêşeroja civaka Êzîdxanê xwe perwerde dikin.

'Perwerde avakirina mirovên azad e'

Zehra Şemo da zanîn ku perwerdehî riyê zanabûnê vedike û wiha got: "Em îro hatine vê perwerdeyê ku xwe zane bikin û bi zanabûnê re xwe bi rêxistinbikin. Perwerde avakirina mirovên azad e. Rêber Apo dibêje 'Divê civakên bindest xwe perwerde bikin'. Em jî wek Êzidiyan rastê gelek fermanan hatin. Eger demên borî me xwe perwerde kiriba di 3'ê Tebaxa 2014'an de wê wiha komkujî û ferman pêk nehatiba. Îro em ê heqîqeta civaka xwe carek din derxînin holê, ev jî bi rêya perwerdehiyê dibe."

'Perwerde naskirina rastiyan û guhertinê pêk tîne'

Fehîme Yûsif jî bi lêv kir ku perwerde gelek guhertin di jiyana wan de pêk aniye û wiha axivî: "Di her waneyekê de guhertin çêdibe. Naskirina rastiya xwe, guhertinê ava dike. Pir tişt li ber çavên me hatibû wendakirin. Armanca me ew bû ku em ruhê welatparêzî, parastinê pêş bixin. Em niha nîqaş dikin çawa civaka xwe ji nû ve çêbikin, bikin xwedî sîstem. Wek din em naxwazin dîroka me Êzidiyan wenda bibe. Em daxwaza Rêvberiyeke Xweser ji bo Şengalê jî dikin ku bikaribin sîstema xwe ava bikin û xwe birêve bibin."

(en/rc)