Bibîranîna Roboskê bû hinceta ji dibistanê avêtin!
09:06
Habibe Eren/JINHA
BURSA - Têkildarî xwendekara Zanîngeha Uludagê ya Beşa Maliyê Ayten Ermîş te bi hinceta ku tevlî bîranîna Roboskê bûye bi îdiaya 'propagandaya rêxistina terorê' kiriye lêpirsîn hat destpêkirin. Lê beyî ku lêpirsîna Aytenê temam bibe ji dibistanê hat avêtin.
Xwendekara Zanîngeha Uludagê ya Beşa Maliyê Ayten Ermîş te bi hinceta ku tevlî bîranîna Roboskê bûye bi îdiaya 'propagandaya rêxistina terorê' kiriye ji dibistanê hat avêtin. Aytenê da zanîn ku ji ber lêpirsîna vebûye di 22'ê îlona 2016'an de ji dibistanê hatiye avêtin û got ji rektoriyê ji bo wê teblîgat hatiye şandin. Aytenê got di teblîgatê de hinceta ji dibistanê durxistinê hatiye nivîsin.
Beyî ku lêpirsîn encam bibe hat avêtin
Ayten ji JINHA'yê re axivî û diyar kir ku gelek kes bi vî awayî ji dibistanê hatine durxistin û got hinceta ji dibistanê avêtin, tevlîbûna bibîranîna Roboskê ye. Aytenê got beyî lêpirsîn bi encam bibe ji dibistanê hatiye avêtin.
(sy\hu)