'Jina azad civaka azade'
09:07
JINHA
AGIRÎ- Parlementera HDP'ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser çerçoveya kampanyaya " Ez li Rêberê xwe ax û azadiya xwe xwedî derdikevim" diyar kir ku, tecrîda li Gireva Îmraliyê tê kirin dê bi destê jinên kurd bê rakirin."
Kongreya Jinen Azad (KJA) di 5'ê Tebaxa 2016'an de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya bakurê Kurdistan û Tirkiye starta kampanya "Ez li Rêberê xwe, axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" da. Starta kampanyayê li Amedê hat dayîn û li bajarên din belav bû. KJA'yê di çarçoveya kampanyayê de biryar girt ku heta 6 mehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parastina axa xwe xebatên cur be cûr bimeşîne. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Teşdemîr jî diyarkir ku, Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo jinên kurd serokek bêhempaye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê têkoşîna jinê berdewam bike.
'Abdullah Ocalan ji bo jinên kurd Serokek bêhempaye'
Dîrayet têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gel ê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: Abdullah Ocalan ji bo gel ê kurd û taybetî jî jinên kurd gelek girînge. Hemû kes dizane Birêz Abdullah Ocalan 17 sale di gireva Îmraliyê de bin tecrîtek girindaye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tesadûfe. Em dizanin polîtîkayên dewletêne. Di demek dibêj de ligel têkoşîna gel hevdîtîn ligel Abdullah Ocalan hat kirin. Ew tecrîda li Îmraliyê tê kirin. Di Kurdistanê de jî li ser zarok û jinên kurd tê kirin. Li ser civake kurdan jî tecrîdek giran heye. Armanca wan ew e ku, civaka kurdan bêdeng bikin û gel ê kurd tenê bimîne. Lê nikarin e vîna gel ê kurd tune bikin."
'Kurdistanê hertim darbe hebû'
Dîrayet li ser darbeya 15'ê tirmehê jî wiha axivî: " Piştî darbeya 15'ê tirmihê rewşa zehmettir bû. Nêzîkbûnên antîdemokrat zêdebûn. Ev êrîşên li hemberî azadî, aştî û jiyana hevdarî her ku diçe zêde dibe û ji aliyê me jî nayê qebûl kirin. Bi rastî li Kurdistanê pêşiya 15'ê tirmehê jî darbe hebû û berdewam dike. Gelek navend û navçeyên di bajarên Kurdistanê de qedexeyên derketina kolanan destpêkir. Îhlalên mafê mirovan hatin kirin. Avahiyên gel hatin hişweşandin û şewitandin. Gelek sîvîl hatin qetilkirin. Pêşiya 15'ê tirmehê jî li hemberî kurdan darbe hebû. 2014'an de di çapameniyê jî de derket û wek 'plana hilweşandinê' derket holê. Piştî wan planên wan polîtîkayên xwe her roj zêdetir kirin. Hedef û armanc ew e ku Kurdistan bê wala kirin û binesaziya demografiyê bê guhartin.
'Jina azad civaka azade'
Dîrayet li ser têkoşîna gelê kurd jî wiha domand: " Bi salane gel ê kurd têkoşînek mezin dide. Gelek bedel hatine dayîn û niha jî berdewam dike. Kurd bênasname hiştine. Mafê wan ji dest sitandine. Li gel wan jî hedefan de jin heye. Jinan di vê pêvajoyê de hem têkoşîn da, hem jî destpêka berxwedanê jinan cih girt. Em hişmendiya dewlet û hikumeta AKP'ê jî dizanin. Dijmintiye ligel jinan dike. Li hemberî hişmendiya AKP'ê jinên kurd ji bo jiyanek azad û demokrat têkoşîn dide. Em dizanin jina azad civaka azade. Li kurdistanê azadiya jinê tenê jina azad nake, civaka kurd jî azad dike. Ji bo vê jinan ditirsin. Mînaka herî mezin şoreşa rojavaye. ji ber ku, bi şexsê jinê hat rizgarkirin.
'Hişmendiya AKP û DAIŞ'ê yêke'
Dîrayetê got ku, hişmendiya hikumeta AKP'ê û DAIŞ'ê yekê û anî ziman: " DAIŞ û AKP yêk hişmendiyê didin meşandin. Nêzîkbûnên wan ji bo jinê yeke. Azadiya jinê ditirsin. Ji bo wê em ê xwedî li axa xwe, Serokê xwe û azadiya xwe derbikevin. Em jin azadiya xwe mehkûmê bêdengiyê nakin. Dixwazin ku, di şexsê jinê de sedsal bê tunekirin. Em jin ji dibêjin em ê di şexsê KJA'yê de sîyasete wan wala derbêxin."
Dîrayet di dawiya axafitina xwe de jî got: " Kampanyaya me di demên OHAL û KHK'yê de hat lidarxistin. Her tişt bê huquqî tê kirin. Girtin û binçavkirin zêdene. Ji bo wê teqez vê pêvajoyê de dengê jinê, rêxistina jinê gîrînge. Dengê jinê giringe. Em ê kampanyaya xwe berdewam bikin. Li hemberî hemû êrîşan em ê xwedî li vîna xwe derbikevin. Em jinên Serhedê bi hêz li hemberî êrîşan ber xwe bidin. Têkoşîna azadiyê dê bibe dengê gel."
(hk-va/mk)