Jinên Rojava: Bêrîtan sembola têkoşîn û berxwedanê ye

09:08

Civîn Girbawî-Bêrîtan Can/JINHA

QAMIŞLO - Jinên rojavayê Kurdistanê yên Gulnaz Karataş (Bêrîtanê) wek sembola xwe ya têkoşîn û berxwedanê dibînin, bi boneya salvegera wê nirxandin ji ajansa me JINHA'yê re kirin.

Gerillaya ARGK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di şerê li dijî artêşa tirk û hêzên kevneperest de di 25'ê Cotmeha 1992'an de jiyana xwe ji dest da. Bêrîtan jinek serhildêr ya ji Dêrsimê bû. Li hember komkujî, dagirkerî û tevahî zordestiyên li ser gelê kurd nûmûneyek ya îsyanê bû. Bêrîtanê ku jinên kurd yên berxwedêr Zerîfe û Besê ji bo xwe kiribû mînak, xeta berxwedaniyê di têkoşîna hemdem ya Kurdistanê de nûjen kir. Bêrîtan di şerê başûrê Kurdistanê de wek fermandara yekîneyê cihê xwe girt. Di şerê Başûr de, heta guleya xwe ya dawî şer kir û ji bo bi saxî nekeve destê neyarên xwe, li ber çavên wan, bi awayek ku tu carî nayê ji bîr kirin, xwe di kendalên çiyayê Lêlîkanê ya herêma Xakûrkê de avêt. Helwest û çalakiya Bêrîtanê bandorek mezin hem li ser gelê kurd hem-jî li ser hêzên kevneperest kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo wê gotibû "Bêrîtan Jeanne d'Arca meye". Jinên rojavayê Kurdistanê jî ku ji çanda berxwedanê re pêşengtî dikin, ev ruhê ku beriya 24 salan zîhniyeta xiyanet hilweşand, di têkoşîna xwe de diteyisînin. Jinên Rojava diyar kirin ku, Bêrîtan ji wan re bûye mînaka têkoşîn û berxwedanê.

'Di encama têkoşîna Bêrîtanê de îro jinên kurd li cîhanê bûne mînaka berxwedanê'

Endama Asayişa Jinê ya bajarê Qamişlo Hêlîn Îsmaîl Ferho diyar kir ku Bêrîtan bi çalakiya xwe ji tevahî jinan re bûye mînaka berxwedanê û wiha got: "Hevala Bêrîtan mîrateyeke pir mezin ji me re hişt. Heya guleya dawî şer kir, di dawiyê de jî ji bo çeka wê nekeve destê çeteyan şikand û xwe ji zinaran avêt. Em wek jinên Rojava soza şopdariya têkoşîna wê didin. Jinên kurd û yên cîhanê divê di her kêlî de hevala Bêrîtan bi bîr bînin. Bêrîtan û Zîlan rêya pêşiya me vekirine û em ê di vê riyê de bi israr bimeşin. Di encama vê têkoşînê de jinên kurd ji bo cîhanê jî bûne mînak. Îro li rojavayê Kurdistanê êdî nêrîna ji bo jinê jî guherî ye. Baweriyeke mezin çêbûye. Ji ber li vir jî bi sedan wek Bêrîtanê xwe feda kirin. Îro barê me, berpirsyariya me hîna girantir e. Em di parastin, birêxistinkirina civak û malbatê de xwedî berpirsyarî ne. Me derfet dîtiye ku xwe pêş bixin. Em wek Asayişa Jinê ji bo parastina jinê xebat dikin. Em bi xwe bawerin û em bi baweriya ku ji hevala Bêrîtan fêr bûne, erkên xwe pêk tînin."

'Bêrîtan bingeha artêşbûna jinê avakir'

Endama Televîzyona Ronahî Hebûn Omer jî di serî de Bêrîtanê bi bîr anî û ev tişt got: "Ez di 24'emîn salvegera şehadeta hevala Bêrîtan de, wê bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Hevala Bêrîtan di têkoşîna azadiyê de ciheke girîng digire. Xiyanet û teslimiyet bi bin xist. Li hemberî hevkariya PDK û YNK'ê li ber xwe da. Kesayeta jina kurd ya berxwedêr nîşan da. Serok Apo jî dibêje 'Em xeta Bêrîtan bidin jiyîn'. Hevala Bêrîtan bi hezaran Bêrîtan li pey xwe afirand. Şehîd Bêrîtan îro ji bo cîhanê jî mînak e. Azadiya jinê pêşxist. Ev têkoşîn bû bingeha avabûna Artêşa Jinê. Niha ev artêş jî ji bo azadiya gelê kurd û jinê pêşeng e. Divê jinên kurd û yên cîhanê hevala Bêrîtan bêtir binasin û vê xetê di jiyana xwe de nîşan bidin."

(en/rc)