Mehtap li gel biryara parastinê hat qetilkirin
09:25
Cotmeh
24
/ 2016
JINHA
İZMÎR - Li Îzmîrê jina bi navê Mehtap Ozkanli ya ku ji aliyê zilamê bi navê Mehmet Bayram ve hat qetilkirin, hat diyarkirin ku Mehtap Ozkanli ji sala 2012'an ve bi şîdeta zilam re rû bir û maya û der barê wê de wekî tetbîr biryaar parastinê hebûye.
Mehtap Oskanli ya ku li taxa Karabaglar ya îzmîrê rudinişt û 30 salî bû di 22'yê cotmehê de ji aliyê Mehmet Bayram yê 47 salî ve hat qetilkirin. Hat aşekrakirin ku berî bi demeke kurt Mehtabê ji ber ku ji Mehmet şîdt didît wekî tedbîr der barê wê de biryara parastinê hatibû dayîn.
(ay/dc/mk)