'Kadîr ne ji bo komkirina hesinan ji bo bîranînên xwe li wir bû'
09:37
Zeynep Durgut/JINHA
MÊRDÎN-Dayika Kadîr Barak Fehîma Barak da zanîn ku zarokên wan bi zanebûn terikî mirinê kirine û got ku, ew vê napijirînin.
Li Nisebînê qedexeya derketinan kolanan hatiye rakirin şûnde ji ber ku, ewlehî nayê girtin teqînên mezin pêk tên. Di encama teqînan de heya niha 5 kesî jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku, di teqînan de jiyana xwe ji dest dayin jî pîranî zarok in. Di herî dawî zarokê bi navê Kadrî Barak gava ku, bi bisîkleta xwe ber bi tax ve digere teqîn pêk tê. Di wê encamê de Kadrî (14) û welatiyekî jiyana xwe ji dest didin.
'Kadîr ne ji bo komkirina hesinan ji bo bîranînên xwe li wir bû'
Dayika Kadîr Barak Fehîma Barak da xuyakirin ku, zarokê wê bi zanebûn terikî mirinê kirin û wiha dirêjî da axiftina xwe;"Min êvarê ji Kadrî re xwarin amade kir. Xwarina xwe xwar pişt re ji min re got 'Ezê biçim dibistanê birayê xwe bînim wexta wî hatiye' got û bisîkleta xwe jî bi xwe re bir çû lê neçûbû dibistanê çûye ber têlan li malê mêze bike her tim diçû ber têlan mala xwe bîranînê xwe mêze dikir. Di tax de gotinek hebû digotin destek mirov di nav avahiyên hilweşiyan de di devê kuçikekî de hatye dîtin. Kadîr bawerim wisa fikire ye ku, kesek nîyase û çû ye wê qadê li derdorê mêze kiriye. Kurê min ji ber ku hesinan kom bike neçûbû wir ji bo bîranînên xwe ji dûr ve bibîne çûbû wir cihê ku, teqîn jî pêk hatî cihek ne xirabe ye. Dibêjin Kadîr birindar bû ji ber direng mudexele kiri ye jiyana xwe jî dest dide. Gava em diçîn nexweşxane yê jî polis ji me re dibêjin 'Ev kes ne zaroke we ye' Kadîrê min nîşanî min neda. Me der barê bûyerê de lêpirsîn vekir heya ku, em encamek baş digirîn emê berxwe bidîn."
'Temenê wî biçûk bû lê fermandarê rastiyê bû'
Dayika Kadîr Fehîma Barak anî ziman ku, zarokê wê bi zanebûn terikî mirinê kirin û got ku, hikumet bi vî awayi dixwaze tolê ji gel bistîne û wiha axivi;"Kadrî zarokek pir cûda bû. Temenê wî pir biçûk bû. Herkesî ji hez dikir. Min her tim jê re digot here dibistanê ne dixwast biçe dibistanê piştî ku, li nisebînê pêvçûn dest pê kirîn Kadîr her tim dişopand û her tim jî dipirsî lêgerîne de bû her tim. Em li taxa Yavuz Sultanê bûn. Qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin me mala xwe taxê xwe terik nekir. Di nav qedexeyê de bê tirs me jiyana berdewam dikir. Piştî ku, pêvçûn dijwar bûn em jî derketîn. Gava em derketîn Kadîr giriya digot em neçîn emê çawa mala xwe taxa xwe terik bikîn digot me bi zorê ew anî gava me anî jî Kadîr qehirî û serxwede çû ne dixwast ku, em ji taxê derkevîn. Herkesî pir jê hez dikir. Polîsan her tim ji me re digot 'Zarokê we ne rehete emê bişînîn yurdê' lê Kadrî tu car Bêmafî nepijirand temenê wî biçûk bû lê her tim fermandariya rastiyê dikir tiştên ku ku wî dişopand pir mezin bû ."
'Em vê yeke wekî mirineke ji rêzê nabînîn'
Jinmama Kadrî Naîme Barak jî nêrazîbûn nîşanî dewletê da û got ku, ger ewlehî neyê girtin dê gelek zarok di teqînan de jiyana xwe ji dest bidin û wiha got:"Kadrî Zarokek pir bi aqil û zane bû. Zarokek kolektif bû. Her tiştê xwe ji herkesî re parve dikir. Her tim tax de zarokên tax diparest ger encama van teqînan neye girtin emê şahîdî mirina gelek Kadriyên din bibîn. Em vê napijirînîn divê bi lez ewlehî bê girtin. Em vê yekê wekî mirinek ji rêzê nabînîn."
(ea/mk)