Bi suruşa ku ji dileriya Berîtan girtin ew vegotin
11:03
JINHA
AMED - Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) ji bo jinên kurd bû navê serdemekê. Gulnaz(Berîtan) piştî ku di sala 1992'an de jiyana xwe ji dest da, navê xwe ji zarokên keç ên kurd re mîras hişt. Ji wê dîrokê wêde li gelek malan zarokên keç ên ku hatin dinê navê Berîtan li wan hat kirin û bi şîreta "wekî navê xwe bin" hatin mezinkirin.
Navê Berîtan navekî ji rêzê bû, beriya ku Gulnaz Karataş jiyana xwe ji dest bide. Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) ya PKK'yî di 25'ê Cotmeha 1992'yan de ji bo ku teslîm nebe li herêma Xakurkê ya başûrê Kurdistanê xwe ji zinar de avêt û jiyana xwe ji dest da. Piştî wê dîrokê û şûn de li her maleke li Kurdistanê Berîtanek hat dinê û bi bîranîn û vegotina jiyana Berîtanê mezin bûn. Ew berîtanên ku piştî Berîtana Leheng hatin dinê niha îro mezin bûne û pirên wan li ser şopa Berîtana mezin jiyana xwe berdewam dikin.
Mejî bi minasebeta salvegera jidestdayîna jiyana Berîtanê de bi suruşa ku me ji dilêriya wê girt em bi kesên ku navên wan berîtan bûn re axivîn. Dema ku me ji malbatên wan an jî ji berîtanan pirsî 'çima navê we Berîtan e" pirsî malbatan ev bersîv da: " Me xwest ku zarokên me jî wekî Berîtanê bi hêz û cesaret bin û tu caran serî netewînin."
'Ji bo ku bi hêz be min navê wê Berîtan danî'!
Ji van navên ku Berîtan in yek jê jî Berîtan Aksoy ye, ku dibêje bavê min ev nav li min kiriye û wiha berdewam kir: " Bavê min ev nav li min kir. Dema ku in sedem ji bavê xwe pirsî got 'ji bo ku tu jî wekî wê bi hêz û dilêr bî'."
Li malbateke li Wanê jî navê 3 zarokên ku domên hev in Berîtan in. Ligel temenê wan ê biçûk jî 3 domamên bi navê Berîtan di ferqa girîngiya navên xwe de ne. Em ji 3 domên ku navên wan Berîtan Tunc in dipirsin, çima navên we Berîtan e? Bersiva ku her sê Berîtan didin me wiha ye: " Li ser zinarekî jineke ku herû milên xwe vekiribûn hebûye. Ew jin ji bo ku teslîmî dijmin nebe xwe ji zinar de avêtiye. Jineke gelek dilêr bûye û navê wê Berîtan bûye. Ji bo ku em jî wekî wê jinê dilêr bin malbatê ev nav l ime kiriye."
'Berîtan hatiye mala me ji bo ku min bibîne'
Yek ji jinên ku navê wê Berîtan e jî Berîtan Dogan a Amedî ye. Berî ku Berîtan jiyana xwe ji dest bide navê wê girtiye. Ev Berîtan jî çîroka navê xwe wiha dibêje: " Ez di mijdara 1991'ê de ji dayik bûme. Ji ber ku Gulnaz Karataş (Berîtan) hevala birayê min bûye dema ku ez ji dayik bûme hatiye dîtina min û ji ber wê jî navê berîtan li min kirine."
'Ez gelek ji navê xwe hex dikim'
Berîtan Avesta jî wiha çîroka navê xwedibêje: " Piştî ku berîtan jiyana xwe ji dest dide navê wê belav dibe. Min bihîst ku Berîtan jineke şerger û dilêr e. Ji ber wê jî ez ji navê xwe hez dikim û ez ji bo hemû kesên ku navê wan Berîtan e dibêjim ku bila jiyaneke wekî ya berîtane bi têkoşînê tijî bijîn."
'Di dema qeyda nifûsê de navê Berîtan bûye pirsgirêk'
Berîtan Şîmay jî bi pirsgirêkên ku di dema qeydê de li nifûsê jiyane bahsa çîroka navê xwe dike û wiha dibêje: "Ji bo ku ez layiqî vî navî bim çi ji destê min tê dikim. Di dema qeydkirinê de ji bo me pirsgirêk derxistine. Ez ji navê xwe gelek hez dikim. Min berîtan jî pirtûk û fîlman nas kir. "
(şa/fk/mk)