Ji bo Şehbayê banga lezgîn a alîkariyê

11:32

JINHA

EFRÎN - Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê da xuyakirin, ku pêwîstiya koçberên li kampa Şehbayê bi awayekî lezgîn bi alîkariyê heye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji bo koçberên Şehbayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya rêxistinê de wiha hat gotin: "Pêla koçberiyê ya herêma Şehbayê, ji ber topbarana artêşa tirk a dagirker a bê serûber li ser gundên rizgarkirî ber bi Kantona Efrînê ve didome. Tevî ku komeleyên alîkariyê li Kantona Efrînê û bi destek dayîna Nivîsgeha Karûbarên Civakî pêdiviyên sereke li koçberan belav kir, lê kampa Şehba pêwîstiya wê bi lezgînî bi konan, xwarin, derman, şîrê zarokan û cilan heye. Hin malbat jî heta niha pêdivî wernegirtine û li benda alîkariyê ne. Ji ber vê yekê jî em bang li rêxistinên alîkarî dikin ku destek bidin kampa Şehba. Em wekî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Şehba bi tundî şermezar dikin."

(gc /mk)