Jinên nexwestin malên wan bên xirakirin derbasî berxwedanê bûn
12:13
JINHA
STENBOL- Li Taxa Sarigol a navçeya Gaziosmanpaşa yê sê xwişkên li hember ekîba hilweşandinê ya şaredariyê li ber xwe didin.
Li Taxa Sarıgol a navçeya Gaziosmanpaşa ya Stlenbolê bi hinceta ‘xaniyên qaçax’ Şaredariya Gaziosmanpaşa ekibên zabita yên hilweşandinê şandin taxê. Dema ku ekibên hilweşandinê çun taxê sê xwişk li gel bavê xwe derbazî berxwedanêbûn. Malbatê diyar kir ku hîna doza wan berdewam dike û girêdayî hilweşandinê hina ti belge ji bo wan nehatine.
Xwişkên hev Makbule Ekinci, Fatma Bozkurt, Rukiye Bozkurt û bavê wan Şaban Bozkurt ê 95 salî li hember hilweşandina malê derbazî berxwedanêbûn. Ji xwişkan Fatma Bozkurt li hember hilweşandinê derket banê xaniyê xwe û xwest tax hemû li hemberî hilweşandinê nerazîbûn nîşan bide.
Berxwedana tax li hember hilweşandinê nîşan dide hîna berdewam dike.
(ro/zt)