Ji bo teşhiskirina cenazeyan malbat çun Meletiya
12:36
JINHA
MELETÎ - Malbatên 14 gerîlayên ku li Dersimê di êrîşa hewayî di jiyana xwe ji dest dan ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Piştî ku nasnameyên 14 gerîlayêh HPG û YJA-Starê yên li geliyê Pilemûriya ya Dersimê di 16'ê cotmehê de, ji ber êrîşa hewayî jiyana xwe ji dest dan, hatin aşkarekirin malbetên 12 gerîlayan ji bo teşhîskirina cenazeya serê sibehê hatin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle û rêveberên DBP û HDP'ê malbatên ku hatin pêşwazîkirin. 12 malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan hatin yek bi yek ketin hundir û cenazeyan teşhîs dikin.
Cenazeyê 7 gerîlayên din ên ku li Pulurê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn jî duh anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
(zt)