Li Şengalê şer didome

12:50

JINHA

ŞENGAL - Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Cidale û Skinye dayî destpêkirin dijwar bûn. Li gorî agahiyên hatî girtin, hêzên pêşmerge li hinek herêman neçar mayîne xwe paşve vekêşin.

Êrîşên ku çeteyên DAIŞ’ê di serê sibehê de li ser gundên Şengalê di 5 aliyan de dayîn dest pê kirin, li gundên Cidale û Skinye dijwar bûne. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin hêzên pêşmerge ji gundê Cidale ji neçarî xwe paşve kişandine. Her wiha hat diyarkirin ku gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Di şerên ku pêktên de balafirên şer yên hêzên koalîsyonê jî destekê didin hêzên pêşmergeyan. Ji aliyê din ve, balafirên koalisyonê li nêzîkê gundê Til Izêr yê girêdayî Şengalê de karwanê çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir. Li gorî hatî zanîn gelek kuştî û birîndar hene.

Çeteyên DAIŞ’ê, serê vê sibehê di seatên 05:00’an de êrîşên çeperên pêşmergeyan yên li gundên Şengalê yên Til Qasab, Rambosi, Kizil Kent, Solaq û derdora fabrikaya çimentoya Şengalê kiribû.

(kom/rc)