Li Şirnexê konên welatiyan hatin dorpêçkirin!
14:04
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê ji ber "qedexeya derketina kolanan" 8 mehin bi sedan welatî di konan de jijîn. Welatiyên ku di konan de dijîn bi darê zorê ji aliyê polîsna ve jî konan tên derxistin. Polîsên ku herêma kon lê hatine avakirin dorpêç kirin ji welatiyan re gotin, "alavên xwe top bikin û derkevin an na em ê bi kepçeyan xira bikin" û welatî tehdît kirin.
Li Şirnexê di 14'ê Adarê de "qedexeya derketina kolanan" hatibû îlankirin, welatiyên ku bi darê zorê ji malên xwe hatin derxisin, bajarê xwe terk nekirin û di konên ku ava kirin de jiyana xwe heta roja îro berdewam kirin. Bi sedan malbatên ku malên wan ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin û di konan de jiyana xwe berdewam dikin îro ji saetên serê sibehê de konên wan ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin.
(aı/fk/mk)