Jinên li enqeryê hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê
15:08
JINHA
ENQERE- Ji 16 kesên ku li Enqereyê di 20'ê cotmehê de hatin binçavkirin 6 jin derxistin dozgeriyê.
Ji 16 kesên ku li Enqereyê hatin binçavkirin 6 jin piştî karê wan ê li eminyetê qedeiya derxistin dozgeriyê. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, ji bo 16 kesên hatin binçavkirin 2 dosyayên cuda hatine amadekirin. Di dosyaya 1'emîn ku hat amadekirin de ji kesên ku navê wan di dosyayê de cih girt, Endama MYK'a HDP'ê Atiye Eren, Nûnera TUHAD- FED'a Enqereyê Hava Ozcan, Hevseroka DBP'ê ya Yenîmahaleya Enqerê, Kadriye Ozan, Endama Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Sevgî Kîşîn û Endama BES'ê Denîz Akîl derxistin dozgeriyê.
Ji bo kesên ku sewkî dozgeriyê hatin kirin destek bikin gelek kes li Edliyeya Enqwereyê hatin gel hev.
(ekip/sy/mk)