Rêxistina Sara daxuyaniyek ji bo herêma El Şehba da
15:11
JINHA
EFRÎN-Rêxistina Sara ya Kantona Efrînê ji bo êrîşên li ser herêma El Şehba û gundên Efrînê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Rêxistina Sara li ber navenda Rêxistinê hate dayîn. Endama Rêxistina Sara Rîm Mihemed daxuyanî xwend û wiha got: "Em wek endamên Rêxistina Sara ya ku li dijî şîdeta li ser jinê têkoşîn dike, êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser gelê sivîl li herêma El Şehba şermezar dikin. Tirkiyê hemû mafên mirovan, hevpeymanên naventewî yê ku parastina canê sivîl, zarok û jinan dike binpê kiriye. Di heman demê tewana şer hatiye pêk anîn."
Rîmê di dawiyê de jî wiha axivî. "Em bêdengiya cîhanê ya li hember dewleta faşîst a tirkiyê jî mehkûm dikin."
Di dawiyê de banga hestiyariy li tevahî gelên cîhanê hat kirin.
(fr/mr/rc)