Li Kobanê jin Bêrîtan bi bîr anîn

15:14

JINHA

KOBANÊ - Ji bo salvegera pêşenga têkoşîna azadiyê Bêrîtan, Kongra Star li navanda xwe semînerek organîze kir.

Kongra Star ji bo salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ya ku di 25'ê Mijdara 1992'an de jiyana xwe ji dest da, semînerek organîze kir û bi dehan jin tevlî bûn. Endamên rêxistin û saziyan jî di semînerê de amade bûn.

Piştî deqîqeyekê rêzgirtinê Rêvebera Kongra Star Sara Xelîl derbarê kesayet û jiyana Bêrîtanê axivî. Sarayê got: "Dema ku hevala Bêrîtan xwe li ser zinaran avêt, xwest hêz û cesaretê bidê hemû jinên cîhanê."

Sara Xelîl balkişand ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê jî û wiha domand: "Dijmin êrîşê ser çapemeniya Azad a Kurd, Cerablûs û Kantona Efrînê dike, ji bo ku hêza gelê kurd bişkînê. Lê em gelê kurd xwedî hêzeke xurt in."

Rêvebera Kongra Star Newroz Kobanê jî ji bo kesayeta Bêrîtanê ev tişt got: "Hevala Bêrîtan li dijî xiyanetê berxwedanî kir û bû sembola jina azad li çiyayên Kurdistanê. Ligel ku hevala Bêrîtan di rûyê xwe de birîndar bibû, got 'Ev ne birîn e, ev nîşana gula azadiyê ye'. Şehîd Bêrîtan di sala 1992'an tevlî şerê ji aliyê PDK-YNK û tirkiye ve hatî destpêkirin bû. Dijmin xwest ku Bêrîtan xwe teslîmî wan bike, lê Bêrîtan qebûl nekir çeka xwe şikand û bi dirûşmeya 'Bijî Kurdistan' xwe li ser çiyayê Kurdistanê avêt xarê û bû xwedewenda berxwedanê û sembola hemû jinên cîhanê."

Semîner bi dirûşmeyên "Jiyan, Jiyan, Azadî", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(kom/rc)