8'mîn dewreya Şêwirmendiya Derûnî bi merasîmek dawî bû

16:01

JINHA

QAMIŞLO- Di binesaziya Desteya Jinê de 8'mîn dewreya perwerdê ya Şêwirmendiya Derûnî bi merasîmek bi dawî bû.

Di çerçoveya xebatên Desteya Jinê ya bajarê Qamilo ya Kantona Cizîrê dewreyek perwerdehiyê ku mehek berdewam kir ji bo jinên dildar û endamên Desteyê Jinê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di 8'mîn dewreya ku 10 jin tevlîbûn de bi giranî perwerde li ser Şêwirmendiya Derûnî hat dayîn. Her wiha di derbarê civaknasî û zayendperestiya civakî de wane hatin dayîn. Merasîma bi dawîkirinê li Navenda Şehîd Amara ya girêdayî Desteya Jinê pêk hat. Di merasîmê de Mamoste Evîn Ehmed axivî û kêfxweşiya xwe ji bo bi dawîkkirina dewreyê anî ziman.

Evînê girîngiya rola derûnî ji bo mirov û civakê vegot û ji jinan xwest ku tiştên ew li perwerdehiyê de hînbûne bi jiyanî bikin. Di dawiyê de jî bawername li endamên dewreyê hatin belavkirin û ji wan re serkeftin hate xwestin.

Rêveberên Desteya Jinê diyar kirin ku ew ê dewreyên perwerdehiya şêwirmendiya derûnî dewam bikin.

(cg/ah/rc)