Êrîşa dewleta Tirkiyeyê li Tirbespiyê dewam dike

16:08

JINHA

TIRBESPIYÊ- Êrîşê dewleta Tirkiyeyê ya ku şevê din li gundê Til Xatûn ya li ser sînorê bakûrê Kurdistanê destpêkiribû, îro jî dewam kir.

Şevê din leşkerên Tirkiyeyê êrîşê gundê Til Xatûn ya girêdayî bajarê Tirbespiyê ya li ser sînorê bakûrê Kurdistanê kir. Li gorî ku welatiyên gund diyar kirine, leşker li ser girê nêzîk gund kozik kolane û ji wir êrîş pêk tînin. Her wiha welatiyên gund anîn ziman ku bi tank û çeka qernas jî gule li ser gund hatiye reşandin. Ev jî bûye sedema tirs di nav zarokên wan de pêk were. Di encama êrîşa artêşa tirk de li gund ziyanek madî pêk hatiye.

Şahidên bûyerê dan zanîn ku îro jî êrîşên dewleta tirk ji aliyê sînor ve dewam kiriye. Ev jî nerazîbûna welatiyan bi xwe re aniye. Niştecihên gund herwiha gotin ku ew gundên xwe ber nadin û heya dawiyê dê li ber xwe bidin.

(zc/rê/rc)