Li Şirnexê polisan rêya Kerkûkê nîşanî welatiyan da!
16:48
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexa bi qedexeya derketina kolanan re hilweşandin berdewam dike konê welatiyan ji aliyê polisan ve bi zorê tên rakirin. Bi sedan welatiyên ti cihê wan ê dinê neyî li ber konên rakirî sekinîne. Hat îdirakirin ku polis ji welatiyan re gotiye: “Herin Kerkukê, mafê min jî ser vê axê heye.”
Di 14’ê Adarê de li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Welatiyên ku bi zorê ji malên wan hatin derxistin ji bo ku axa xwe neterikînin li derdorê kon vedan û dibin konan de jiyana xwe berdewam dikin. Welatiyên ku 8 mehin dibin konan de jiyana xwe berdewam dikin ji aliyê hêzên dewletê ve bi wesayitên zirxî hatin dorpêçkirin.
Welatiyên nexwestin ji bin konên xwe derkevin bertek nîşanî polisan dan. Polisên ku wesayitên zirxî heya nava konan anîn welatî tehdîd kirin û gotin: “Hun ku de diçin herin. Herin Kerkûk Îraqê, hun ku de diçe me eleqeder nake. Ser vê axê mafê me jî heye. Yan hunê derkevin yan jî em ê bi zorê we derxînin.”
Polisan bi zorê konên welatiyan anîn xwarê. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan İrmez girêdayî mijarê ev agahî da: “Ez niha li nava konên Dêrgulê me. Li vêderê 41 malbat hene. Her malbatek qerebalixin. Hemu konan dadixin. Ti cihên ku malbat pêde biçin nîne. Ji xwe ji sedî 80 bajar xirakirine. Hîna ketina bajêr qedexeye. Welatî xwe dibin van konan de sitar dikin. Niha vê jî tine dikin. Em bi berpirsekê re peyîvîn dê hemû konan bînin xwar. Dê konên li gundên dinê ji rakin. Ev ji zordariyê zêdetir netişteke. Dê ev mirovane niha bi ku de biçin, ti alternatif ji bo welatiyan nehêlane.”
(aı/zt)