Êrîşên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê bê bandor bûn

17:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa ku serê sibehê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser gundên Şengalê pêk hat hatin şikandin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî gundê Şengalê ku serê sibehê pêk hat hatin şikandin. Çeteyên DAIŞ'ê serê sibehê ji 5 aliyan ve êrîşê gundê Werdiye kirin û derdora gundê Girê Şine şer giran bibû. Di encama berxwedana pêşmerge û bi alîkariya balafirên koalîsyonê êrîşên çeteyan hat şikandin. 7 çete hatin kuştin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de, li gel dozerek û wesayitek zirxî hêjmarek zêde çek û cebilxane ketin destê hêzên pêşmergeyan.

Li aliyê din jî, ew êrîşên balafirên koalisyonê li derdora gundê Til Îzer li ser karwanê çeteyên DAIŞ’ê dayî destpêkirin de 12 wesayit hatin rûxandin. Girêdayî windahiyên çeteyên DAIŞ’ê dayî de agahî ne hatin bi destxistin.

(rc)