Li Cizîrê wesayîta zirxî zarokek din jî qetilkir!

08:42

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê wesayita zirxî ya polîsan li zarokê 5 salî Hakan Sarak xist û qetil kir.

Li navçeya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxi ya polîsan a ku li taxa Nûrê dewriye digeriya derdora saet 17.00'an da ser zarokê 5 salî Hakan Sarak. Hakan ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Cizirî. Piştî ku mudeheleya destpêkê li Cizirî hat kirin Hakan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê kirin, di rê de jiyana xwe ji dest da.

Dema malbatê pirsa polîsan kir û got: "We çima kurê me kuşt" polîsan bersiva, "Hûn kurê xwe berdin ser kolanan em jî dê bikujin." da.

Cenazeyê Hakan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

(kom/zt)