ROJEVA 25'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00

*Navenda Piştgiriya Jina ya li navçeya Şaxa Wanê îsal bi projeyên li ser aboriya jinan dest bi xebatên xwe dike. Civaknasa navenda jinan Yasemîn Çetîn diyar kir ku, armanca wan ew e ku pirsgirêkên jinan çareser bikin û jin li ser lingên xwe bisekinin.

*Hevşaredara Artemîta Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn ku hatibû girtin û hat tahliyekirin diyar kir ku bi hezaran salan berê mafên jinan hatin desteserkirin û xespkirin niha jî berdewam dike û zîhniyeta serdet ya mêr xespê berdewam dike.

*Li Sûra ku hilweşîn û dorpêç berdewam dike, her roj taxek jê kêm dibe. Li taxên ku kepçeyan tên hilweşandin, dest bi xebatên binesaziyê kirin û wezareta Derdor û Bajarvaniyê projeya îmarê bil ez berdewam dike.

*Endamên Jin yên KESK'ê diyar kirin ku şerê li Tirkiyeyê her diçe kûr dibe û got welat berbi karasteke mezin ve tiçe û got pêvajoyeke ji salên 90'î girantir tê jiyîn.

*Ji ber şer û pevçûnên ku li rojavayê Kurdistnê qewimîn gelek kes mecbûr man ku malên xwe terk bikin. Ji van malbatên ku koçber bûn yek jê jî malbata Ruken Muslum e ku ji kobanê koçber bûye û niha li taxa Şilbêya Amedê rûdinê. Rûken diyar kir ku ji ber ku hevjînê wê di destê DAIŞ'ê de bû piştî ku ji destên wan xilas bû mecbûr mane ku ji Kobanê koç bikin.

*Derhêner Kîbar Daglayan ku bi belgefîlma xwe ya bi navê 'Strana ba' tevlî BIFED'Ê dibe çîroka xwe ya ku ji atolyeya tekstîlê destpê dike û berbi derhêneriyê ve diçe vegot û got her jin bixwazin wê bigihêjin hedefên xwe. Kîbarê got: "Wek helbestvan Dîdem Madakê gotiye 'Jin, ji bo xewnên we pêk bên bende sibehê nemînin'. Jin her tim neçarin sebr bikin. lê bila zincîra sebrê bişikînin û kamerayên xwe bigirin û beyî benda sibehan bimînin bila dakevin kolanan."

*Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmezê diyar kir ku dewlet li Kurdistanê armanc dike u sazbûna demografîk biguhere û hemû êrîşên xwe pêk tîne. Aycanê wiha got: "Plana Şark Islahatê xistin dewrê. Ji bo ev neyê dîtin jî rojevên cuda afirandin û lê gel li dijî vê berxwe dide."

*Taxên ku şaredariya Seyhanê xizmetê lê nake ji ber binesazî tine di mehên zivistanê de jiyan ditevize. Çalên kanalîzasyonê yên nayên girtin û kolanên ku lambeyên wan tine gelek bi xeterin û jinan got: "Ji ber van çalên kanalîzasyon û kolanên tarî ewlehiya canê me û zarokên me tine."

*Midûra Muzeya Dîrokî a Jinan a Swêdê Marîa Perstedt diyar kir ku nivîsandina dîroka kevneşopiyê hilberîna 'xwebûnê' ye û got dîrok qadeke ku divê ji nûve bê nivîsin, ji nûve bê fikirin, jinûve bê destpêkirin û komên ku berê qet behsa wan nehatiye kirin tevlê bê kirinê ye. Di dîroka kevneşopî de jin bi tevahî nayê dîtin. Dema mirov li dîrokê dinêrin çend zarokên keç hun dibînin? Çend jinên pîr hun dibînin?Em di muzeyê de cih didin vegotineke jinê ya berfireh.

*Jinên êzidî yên ku ji ber zilm û êrîşa qirkirinê neçar mane ji cih û warê xwe koçbikin, li Kampa Newrozê jiyana xwe ya nû înşadikin. Jinên ku dirûnxane vekirine bi hêza xwe rêvedibin û ji civakê re xizmet dikin.

*Gundên Şaxa Wanê wek bajarên gûzan tên zanîn. Aboriya navçeyê bi saya firotina gûzan pêş ve diçe. Gûz piranî ji bo bajarên cûda tên firotin.

*Endama Koordînasiyona Kemelgey Jinanî Azadî Rojhelatî Kurdistan(KJAR) Şervîn Mezlum têkîldarê 5'mîn kongra Partî Jiyanî Azadî Kurdistan û biriyarên girîng ya ku hatine girtin ji ajansa me JINHA'yê axivî.