Xebatên Navenda jinan ji bo piştgiriya jinan zêde dibin
09:01
JINHA
WAN- Navenda Piştgiriya Jina ya li navçeya Şaxa Wanê îsal bi projeyên li ser aboriya jinan dest bi xebatên xwe dike. Civaknasa navenda jinan Yasemîn Çetîn diyar kir ku, armanca wan ew e ku pirsgirêkên jinan çareser bikin û jin li ser lingên xwe bisekinin.
Li navçeya Şaxa Wanê di sala 2014'an de Navenda jinan di bin banê Şaredariyê de hat vekirin. Ji roja ku navend hatî vekirin heya niha ji aliyê jinên gundan û navendê ve eleqeyek mezin dibîne. Civaknas û endama navenda jinan got ku, ew ji bo jinan semînrên tendûristiyê, sohbetên jinan, semînerên zayendî û yên lî ser tûndiyê didin û baweriya jinan ji bo navendê zede dibe.
'Armanca me ku em piştgiriyê bidin jinan'
Civaknasa Navenda jinan Yasemîn Çetîn diyarkir ku ew 7 meh e li navenda jinan dixebite û li ser xebatên xwe wiha got: "Armanca vekirina navendê ew e ku piştgiriyê bide jinan û pirsgrêkên wan çareser bike. Li ser daxwaz û kêmasiyên jinan me navenda xwe vekir. Da ku jin tenê bikaribin li ser lingên xwe bisekinin û hewceyî kesî nebin. Ji bo jinan em çalaki û bernameyên cuda pêk tînin. Eleqeya jinan jî ji bo navendê zêde ye.
Semîner û pêkanîna anketan
Yasemin got ku ew pêşiyê xwe didin naskirin û axaftina xwe wiha domand: " Em navendê jî didin naskirin. Jin hînî navendê dibin. Xebatên xwe yên anketê li gundan pêk tînin. Em destê xwe dirêjî hemû jinan dikin. Di vê pêvojoyê de me li taxan û li gundên Xumar, Şamînîz, Xaviştan, Sakê jî semîner pêk anîn. Her wiha serlêdanên jinan ên ji bo navendê jî zêde dibin."
Armanc îstihdamkirina jinan e
Endama Navendê Mîsrî Bahadir jî li ser xebatan axivî û wiha destnîşan kîr: " Em ê di rojên pêş de dîsa xebat û semînerên li ser tendûristî, tundî, zayendî berdewam bikin. Armanca me ew e ku em kargehên jinan ava bikin û îstîhdama jinan zêde bikin. Em niha bi piştgiriya şaredariyê ji bo jinan Serayên çandiniyê ava dikin."
(hk/mk)