Li Sûrê projeya wezaretê dest pê kir:Xaniyên gel difroşin gel
09:06
JINHA
AMED- Li Sûra ku hilweşîn û dorpêç berdewam dike, her roj taxek jê kêm dibe. Li taxên ku kepçeyan tên hilweşandin, dest bi xebatên binesaziyê kirin û wezareta Derdor û Bajarvaniyê projeya îmarê bil ez berdewam dike.
Li Sûra Amedê berxwedaneke dîrokî ya 103 rojî pêk hat. di meha Adarê de hat gotin ku operasyon qedyan lê hîna qedexe rabûne. Gelê Sûrê dipê ku biçin malê xwe û gotin bi hilweşînê dixwazin bîranînên berxwedanê ji holê rabikin. Bi hilweşînê re plana îmarê ya di meha çile de derket holê jî dikin jiyanê.
Texrîbat û dorpêç
Sûrên Amedê di 4'ê Tîrmeha 2015'an de ket bin parastina UNESCO'yê. Texrîbata li Sûrê ya dewletê bi dorpêçkirinê dest pê kir. Li dijî daxwaza rêveberiyên xwest dewletê navçe bi topan texrîb kir. Di 2'ê Qanûna 2015'an de jî qedexe hat îlankirin û dewletê çekên giran bikaranîn û warên dîrokî yên Sûrê texrîb kirin.
Muetahît ketin navçeyê
Dema li Sûrê pevçûnan berdewam dikir muteahît ketin Sûrê û ji bo erseyan TOKÎ hat ser kar. Dema pevçûn qedyan di 9'ê Adarê de kepçe ketin Sûrê.
Ji ber biryara cemawerîkirinê hat girtin hilweşînê zû dest pêkir. Destpêkê li taxa Hasirli û bazara Mast detspê kir. Kavil li ereziya Zanîngeha Dîcleyê rokirin. Di kavilan de parçeyên bedenên mriovan derketin.
Tevî k udi navberê de 7 meh derbas bûye hilweşîn berdewam dike. Li cihên hatine hilweşandin cihên restoran, park û rêyan hatin diyarkirin.
Li Dabanoglu, Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaç û Cemal Yilmaz firina xaniyan hat destpêkirin. Ji welatiyan pereyekî ku bi qasî nirxa xaniyê wan tine tê xwestin. Li dijî vê jî tapoyên xaniyan tên xewstin.
(mm/hu)