'Welat berbi karasetek mezin ve diçe'
09:07
JINHA
STENBOL-Endamên Jin yên KESK'ê diyar kirin ku şerê li Tirkiyeyê her diçe kûr dibe û got welat berbi karasteke mezin ve tiçe û got pêvajoyeke ji salên 90'î girantir tê jiyîn.
Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê şûnde bi îlankirina OHAL'ê re zextên liser muxalîfan zêde bû. KHK'yên bi OHAL'ê re hatin derxistin jî gelek xebatkarên perwerdê ji peywirê girtin, televîzyon û radyon hatin girtin. Gelek rojnameger hatin girtin. Endamê jin yên KESK'ê zextên li ser kedkarên cemawerî nirxandin. Seroka Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavakê got: "Di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeyê çêbû û em niha ji aliyê desthilatdariyê ve darbeyek din dijîn."
'Şer her diçe kûr dibe'
Fadîmeyê bi lêv kir ku piştî hewldana darbeyê bi OHAL'ê re KHK hatin derxistin û vê re zextên li ser kedkarên cemawerî zêde bûne û bi darbeya sivîl re jî kesên ne li alî desthilatdariyê hatin hedef girtin. Fadîmeyê wiha got: "Welat ketiye nava koasê. Em bang li desthiladariyê dikin ku bila bê tiştên em dijîn bibînin. Şerê li Kurdistanê her diçe kûr dibe. Hêzên AKP'ê bi êrîşan li hember me disekinin."
'Ji bo demokrasiyê ger hewce be em canê xwe didin'
Fadîmeyê got bernameya bibîranîna komkujiya 10'ê cotmehê ya Enqereyê hatiye qedexekirin û got: "Nahêln em miriyên xwe bibîr bînin. Li dijî malbatên çûn Enqereyê êrîş pêk anîn. Em van êrîşan qebûl nakin. Darbeyê ji xwe re dikin derft û serî li her rê didin. Ji bo demokrasiyê çi hewcebe emê bikin ger hewce be emê canê xwe bidin."
Endama Egîtîm Senê Ayfer Koçakê jî wiha got: "Şer rastiya vê erdnîgariyê ye. Me pêvajoya salên 90'î jî dît. Me wê demê çi dijiya niha em girantir dijîn. Radyo û televîzyon tên girtin. Em êdî kanala ku temaşe bikin nabînin. Kanaleke muxalîf ya ku em nûçeyan û bernameyên şîroveyê temaşe bikin tine."
(bk/hu)