Kolanên Seyhanê ji bo jin û zarokan xetereye!

09:12

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Taxên ku şaredariya Seyhanê xizmetê lê nake ji ber binesazî tine di mehên zivistanê de jiyan ditevize. Çalên kanalîzasyonê yên nayên girtin û kolanên ku lambeyên wan tine gelek bi xeterin û jinan got: "Ji ber van çalên kanalîzasyon û kolanên tarî ewlehiya canê me û zarokên me tine."

Li navçeya Seyhan a Edenê şaredarî ti xizmetê nake û jin ji ber vê rewşê bêzarin. Jinan got ji ber binesaziya taxa wan tine zivistanê jiyan li wan dibe zindan û bertek nîşanê şaredariya CHP'î dan. Li taxa Akkapi ev du sale çalên kanalîzasyonê hatine kolan lê hîna nehatine girtin.

'Çalên kanalîzasyonê bi xeterin'

Jina bi navê Halîme Ozerê diyar kir ku ji bo zarokan şert û mercên tenduristî û ewlehiyê tine û got: "Li van taxan ne kanalîzasyon, ne binesazî heye. Çalên kanalîzasyonê xetereyên mezin diafirînin. Li ber mala min çalek mezin heye. Zarok dikarin hema bikevinê. Ne lambeyek li kolanê heye, ne rêyek heye. Me çend caran serî li muxtar da lê ti pêşketinek tine. Divê rayedar demildest peywira xwe bikin."

'Zarokên me bi mirinê re rû bir û ne'

Yildiz Kutlukê jî got sala borî zarokek ketiye van çalan û jiyana xwe ji dest daye û got: "Li vir ewlehiya canê me û zarokên me tine. Her çiqas em serî lê didin jî tiştek nayê kirin. dewletê ev der ji bîr kirine. Dema baran dibare ev der dibin wek behrê. Havînê ji ber mêşan em bêzar dibin. Em bi şev nekarin di kolanan de bimeşin. Ne lambeyek heye ne binesazî. Em êdî bi tirsa van dijîn."

Gelek jinên taxê ku me pêre hevdîtin kirin heman gilî kirin û bertek nîşanê rêveberiyên herêmî dan.

Têkildarî mijarê de me bi endamên meclîsa şaredariyê re jÎ hevdîtin kir û îdia kirin ku pirsgirêkê dizanin û tevî pirsgirêk di civînên meclîsê de hatine ziman jî serokê xwe îqna nekirine.

(hu)