Li dijî dîroka kevneşopî ji nûve nivîsandina 'dîroka jinê'
09:13
JINHA
STENBOL-Midûra Muzeya Dîrokî a Jinan a Swêdê Marîa Perstedt diyar kir ku nivîsandina dîroka kevneşopiyê hilberîna 'xwebûnê' ye û got dîrok qadeke ku divê ji nûve bê nivîsin, ji nûve bê fikirin, jinûve bê destpêkirin û komên ku berê qet behsa wan nehatiye kirin tevlê bê kirinê ye. Di dîroka kevneşopî de jin bi tevahî nayê dîtin. Dema mirov li dîrokê dinêrin çend zarokên keç hun dibînin? Çend jinên pîr hun dibînin?Em di muzeyê de cih didin vegotineke jinê ya berfireh.
Midûra Muzeya Dîrokî ya Jinan a Swêdê Marîa Perstedt got ew wek muzeyê li dijî fikra 'xwebûnê' di nav xebatê de ne û got: "Xwebûn, esasê kategorîkirina mêtîngerî, nîjadperestî, dijminahiya jinê û mirovahiyê ye. Divê mirov vê wek zayend, zayenda civakî, reng, zilman û her tiştê mirovan vedibêje bigirin dest. Ev nêrîn di sedsala 19'an de di cîhana Ewropayê de pêşengî ji mêtîngeriya herêmên cuda re kiriye.di heman demê de ji dijminahiya li dijî jinê re jî pêşengiyê dike."
Marîa got ew wek muzeyê vegotina 'xwebûnê' wisa dikin û got: "Xwebûn û fikr û nêrînên xwe dispêrin wê pirsgirêkan diafirînin. Ev me ji ve parçe dike vedikeqetîne. Em di xebateke navneteweyî de ne. nivîsandina dîroka kevneşopî hilberîna xwebûnê ye. Li gorî min dîrok ji bo hemû mirovane. Li her derê ye, ji bo her demê ye. ez vê dizanim:nivîsandina dîroka kevneşopî hilberîna xwebûna sedsala19'emîne. Yanî ji bo min divê komên di dîrokê de nehatine nivîsin divê bên cihgirtin. Yanî tişta em dikin li hember xwebûnê ye.
Maîa got ew dixwazin di muzeyên xwe de ne tenê behsa yek tipek jinê bikin û behsa hemû tîpên jinan bikin û got: "Wek jinekê tenê rêyek jiyanê tine. Bi mîlyonan rêyên jiyanê hene. Em jî jibo vê di muzeya xwe de bidin dîtin dixebitin. Em naxwazin feraseta jinbûnê ji cihekî de bixwînin. Em dixwazin zarokên keç û hemû jinên di her temenî de tevlî bikin."
Marîa di berdewamiyê de bi lêv kirku ew dixwazin jinên trans jî tevlî xebatên xwe bikin û got transbûn jî pratîkek din ya jin bûnê ye. Marîa bi lêv kir ku yên xwedî hêz her tim nivîsandina dîrokê guhertine.
(kom/hu)