PJAK wê ji bo tevahî gelên Îranê pergala konfederalizm bi jiyanî bike
09:25
JINHA
QENDÎL - Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şervîn Mazlûm têkîldarê 5'mîn kongra Partî Jiyanî Azadî Kurdistan û biriyarên girîng ya ku hatine girtin ji ajansa me JINHA'yê axivî.
5'mîn Kongreya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi dirûşmeya "Bi partîbûnê û pêşengiya gel ber bi şoreşa demokratîk a Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve" bi tevlîbûna endamên hilbijartî yên Kongreya 5'mîn di 15 û 16’ê cotmehê de hat lidarxistin. Di derbarê pêkhatin û biryarên kongreyê de Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şervîn Mazlûm diyar kir ku wan kongreya xwe ya 5'mîn di pêvayoke girîn pêk anîne û wiha got: "Bi taybet jî di demekê de ku Rojhlata Navîn di nava rewşek aloz re derbaz dibe û her wiha sedema qirîzên heyî pirsgirêk gihandine astek ku neyên çareser kirin. Ji bo wê jî di rewşek wiha awarte de pêşxistina çareseriyan û parastina gelên hermê rolek mezin diyar dike. Di demek ku siyaseta dagîrkeriyê bi pêşengiya faşîzima dewleta tirk, Îran û DAIŞ 'ê li ser axa Kurdistanê birêve diçe li darxistina Kongre û pêk anîna erkên guhartina demê bersiva herî raste. Pêk hatina kongreya me bersivek ji bo êrîşên li ser gelê kurd û her wiha komkujiya vê dawiya ya ku li rojihlatê Kurdistanê li ser hevalên me yên gerîlla pêk hatiye."
‘PJAK pêşengiya têkoşîna demokratîk li Îranê dike’
Şervînê da zanîn ku wan di encama ked û fedekariya cangoriyan, berxwedanvanên zîndanan û têkoşîna domdar a gel kongre li dar xistine û wiha domand: "Çiqas zilm li ser gel bê meşandin, herçiqas êrîşên ser gerîla û zextên dinava zîndanan de bên zêde kinin. Ewqas dewlet wê têk biçe. Tevahî hêzên ku li çar aliyê Kurdistanê dijmintiya tevgera azadiya gelê Kurd dikin ew ê di demek nêzde têk biçin. Wê nikaribin bighêjin armanca xw. Ji ber êdî bêyî gelê kurd li Rojhilata Navîn gav nayên avêtin û guhertin pêk nayê."Şervînê her wiha destnîşan kir ku PJAK dê wek partiyek siyasî û bîrdozî li Rojhilat û Îranê pergala demokratîkbûnê bi jiyanî bike û wiha pêde çû: "Wek yekem partiya siyasî de dinava KODAR'ê de jî ji bo pêk anîna erkên pratîk kirina pergala demokratîk ya gelan pêşengiyê bike. Ji îro û pêde êdî tenê wek partiyek Rojhilat xebat nake. Lê di heman demê de li tevahî Îran de ji bo hevgirtina tevahî hêzên dijberî sîstemê û opozsiyon dê xebatê pêk bîne amadehiya xwe jî ji bo wê diyar kiriye."
'Gelê herêmê xwedî çan û netewek dewlemende'
Şervînê bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Di kongra PJAK'ê de biryar hat girtin ku tevahî navend ji bo azadiyar Rêber Apo têkoşîn bikin û ji bo dnasîna felsfeya Rêbar Apo li Rojhilat û Îranê gavên pratîk bên avêtin. Ji ber ku civaka heremê xwedî bingeha civaka hevra jiyan kirinê ye. Xwedî çand û netewek dewlemende. Mirov dikare bêje zemîna netewa demokratîk û pergala konfederalîzmê heye. Ya ku dikeve ser milê me pêşengî û xebat kirine ji bo gel.” Şervînê bi lêv kir ku di kongrê de biryarên girîng derketiye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Yek ji wan xalên ku guhartin bi xwe re dît, ev bu ku dinava civakê de xebatên Înşaya konfederalîzma demokratîk bêkirin. Her wiha mijarek din ku hêjayî gotinê ye berê di pergala me ya rêveberiyê de 40 bi 40 hatibu diyar kirin.Ji bo cudahiya zayendî, lê di vê kongrê de ev jî hate rakirin wekhevî hate pesind kirin û hate pêkanîn. Pergala hevseroktiyê di kongra 4'mîn de hat pejirandin ku wateya hevbeşî û wekhevî bi xwere aniye. Herwiha berê jin dinava PJAK ê de wek meclîs xwe birêxistin dikir. Lê êdî wê wek baska(şaxa) jin xwe bi rêxistin bikin.”
Şervînê di dawiya gotina xwe de anî ziman ku ew wek baska jin di nava PJAK'ê de amedene ku ji tevahî pirsgirêkên jinan re bibin alternatîf û wiha got: "Her wiha em ê gav ji bo yekitiya jinan bavêjin. Bêguman ji bo jinan biriyarên giring hatine girtin û em xwe berpirsiyar dibînin ji pêkanîna wan. Bi rihê Bêrîvanan em ê têkoşîna xwe bidomîn in. Em ê pêşengiya têkoşîna wekheviyê bikin li rojhilatê Kurdistanê.”
(şb/rc)