'Ji Bêrîtan heta Rêvanan berxwedana jinên azad didome'

09:43

JINHA

QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û got "Bêrîtanbûyîn navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e."

Di 24'emîn salvegera bîranîna Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtanê de, Koorîdnasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew ê di xeta Bêrîtan û Rêvanayan de bi israr heya azadiyê bimeşin.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star wiha ye;

"Di salvegera 24. a şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de em rêhevala xwe careke din bi bîr tînin û dilsoziya bi xeta wê re dubare dikin û bejna xwe li ber tevahî Şêhîdên şoreşê ditewînin. Şoreşa Rojava-Bakûrê Sûriyê di bin pêşengiya jinê de pêngava rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad destpê kiriye û li dijî teslîmiyetê, li dijî her şêweyê paşverûtî û sekna jinê ya koletiyê, têkoşînê dike.

Di felsefeya Jina kurd de teslimiyet û xiyanet tune ye. Rêhevala Bêrîtan jî bi çalekiya xwe felsefeya Jina azad li dijî teslîmiyetê dubare zindî kir. Di nav şert û mercên wê demê yên şerê giran û topyekûn li ser Bizava Azadiyê de, bi berpirsyariyeke mezin fermandariya şerê rûmet û berxwedanê kir.

Xeta Şehîd Bêrîtan sekna jinê ya zane, bi rûmet, serbilind, xwedî vîn û berxwedêr e. Li ser vê bingehê Bêrîtanbûyîn navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e.

Şehîd Bêrîtan sembola berxwedanî û azadiya bêdawî ye. Şehîd Bêrîtan li hember xiyanetê heta guleya xwe ya dawî şer kir û rêya azad, vîna azad nîşanî hemû dijmin û cîhanê da. Îro şerê ku şervanê azadiyê li her çar aliyê Kurdistanê dimeşînin çavkaniya xwe bêguman ji berxwedanî û cesareta Şehîd Bêrîtan girtiye. Ev berxwedanî li rojavayê Kurdistanê, li bakûrê Sûriyê îro li dijî xeta xiyanet û teslimiyetê ya li ser Herêma El Şehba û Efrînê tê ferzkirin, di kesayeta bi hezaran jinên Kurd, şervanên leheg tê jîndarkirin. Xeta Bêrîtanan ji hêla Rêvana, Arîn, Eylûl û bi sedan şehîdên me de li rojavayê Kurdistanê gihîştiye lûtkeyê û dê ji Berîtan heta Rêvanan berxwedana jinên azad didome.

Em carek din di kesayeta Şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzadarî bibîr tînin û soza şopandina rêya ku bi berxwedana xwe ronî kirine didin."

(en/rc)