Jinên Başûr: Armanca Erdogan û artêşa wî dagirkirina axa Kurdistanê ye
10:18
JINHA
SILÊMANî - Li başûrê Kurdistanê ji bo derxistina artêşa tirk ji axa başûrê Kurdistanê heya niha 4 deste (komîte) hatin avakirin. Jinên başûr diyar kirin ku pêwîstiya wan bi artêşa tirk nîne û gotin ku ew armanca dewleta tirk ya li ser Kurdistanê tev dizanin.
Li Silêmaniyê duh di saet 15:00'an de bi pêşengtiya Komîteya Derxistina Hêzên Tirk li dijî hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê û ji bo derxistina wan a li Başîka û cihên din meşek hate li darxistin. Jinên ku pêşengiya meşê kirine ji ajansa mera axivî û diyar kirin ku pêdiviya wan bi hebûna artêşa tirk tuneye.Endama desteya rêvberiya RJAK'ê Bêrîvan Mihemmed da zanîn ku armanca çalakiya wan derxistina artêşa tirk ji başûrê Kurdistanê ye û wiha hat gotin: "Ji ber ku pêwîstiya gelê me bi artêşa tirk nîne. Ji bo vê yekê jî em kurd tev yek dengin. Armanca Erdogan û artêşa wî dagirkirina axa Kurdistanê ye."
'Em tev bi hevre dibêjin bila Tirkiye ji ser axa me derkeve'
Bêrîvanê destnîşan kir ku dewleta tirk ne tenê rojava di heman demê de dixwaze başûrê Kurdistanê jî dagir bike û wiha pêde çû: "Îro ew şerê liser axa başûr û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, encama siyasetên Erdogan û dewleta tirke. Ji bo wê jî xelkê Silêmaniyê liser lingaye û li dijî leşker kêşiya dewleta tirke. Em tev bi hevra dibêjin bila Tirkiye ji axa me derkeve , em rê nadin bi tu awayî dewleta faşîsta tirkiyeyê siyasetên xwe yên qirêj liser axa me ku bi xiwîna deh hezaran cangoriyên rêya azadiyê ve hatiye avdan were dagirkirin. Ji bo vê yekê gelê me divê li hember dagirkeriyê têbikoşe."
'Em armanca dewleta tirk ya li ser Kurdistanê dizanin'
Ji çalekgerên jin Dilsoz Zengene jî wiha axivî: "Em bi tu awayî siyaseta qirêj ya dewleta tirk ku rubiru lê mane qebûl naki. Ji ber ku em baş zanin ku di vê leşkerkêşiyê de niyeta Tirkiyeyê çiye. Em armanca dewleta tirk ya li ser Kurdistanê dizanin. Ji ber vê jî li her çar aliyê Kurdistanê em ê wek gelê kurd di nav çalakiyan de bin û kiryarê tirkiyeyê şermezar bikin."
Dilsozê di dawiyê de bang li tevahî jinên Kurdsitanê û bi taybet jinên başûr kir ku xwe bikin yek dengî û xwedî li axa xwe derkevin.
(şb/rc)