Hevserokên HDP û DBP'ê yên Mûşê hatin girtin

10:33

JINHA

MUŞ - Li Mûşê di serdegirtinên malan yên ku hatin kirin de li gel hevserokên HDP û DBP'ê yên Mûşê ku rojnameger Îdrîs Sayilgan jî li gel waan bû 5 kesên hatin binçavkirin piştre hatin girtin.

Di 17'ê cotmehê de di serdegirtinên polîsan yên li malan hatin kirin de 6 kesên ku di nav wan de Hevserokên bajar ên Mûşê yên HDP, DBP û nûçegîhanê Ajansa Nuçeyan a DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan jî hebûn hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin piştî karê wan yê li enminyetê qediya sewkî edliyeya Mûşê hatin kirin.

Ji kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, Heseroka Bajar a Mûşê ya DBP'ê Hatîce Şeker, Hevsroka bajar a Mûşê ya HDP'ê Ayşe Soylemez, Serokê MEYA - DER'a Mûşê Medenî Işîk, Çîçek Tutuş û nûçegîhanê DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan bi hinceta, "Endamên Rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hatin kirin.

5 kesên ku sewkî dadgehê hatin kirin bi heman îdiayê hatin girtin û şandin girtîgeha Mûşê.

(mk)