1'mîn Konferansa Asayîşa Jinê ya Rojava dest pê kir
11:00
JINHA
RIMÊLAN-Bi dirûşmeya "Şoreşa nekaribe jinê azad bike, ne raste" yekemîn konferansa Asayişa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê destpêkir.
1'mîn Konferansa Asayîşa Jin ya Rojava bi dirûşmeya "Şoreşa nekaribe jinê azad bike, na raste" bi tevlîbûna 500 delege û gelek mêvan ji Kantona Cizîrê Kobanê li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran dest pê kir. Endama Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê Foza Yûsif, endama Desteya Karên Hundirîn Avîdar Hesen, cigira Seroka Kongreya Star Welîde Botî, endama meclîsa PYD'ê Xada Hec jî di konferansê de amede ne. Salon bi posterên endamên Asayişa Jinê yên jiyana xwe ji dest dane, herwiha bi pankartên "Şoreşa rojava şoreşa jinê ye", "Jina herî bedew jina ku azad dijî" hatiye xemilandin.
Konferans piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre 5 kes Rêvebera Giştî ya Asayişa Jinê Ayten Ferhad, Rêvebera Asayişa Jinê Nûcan Efrîn, Rêvebera Akademiyên Asayişê Kînem Areyn, endama Desteya Karên Hundir Zozan Îsmaîl û Şêwirmenda Asayişa Jinê Nalîn Dokoher ji bo dîwanê hatin hilbijartin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Rêvebera Asayîşa Jinê Nûrcan Efrîn ve hat kirin. Nûrcanê lidarxistina yekemîn konferansa Asayişa Jinê ya di asta Rojava li hemû mêvanan pîroz kir û diyar kir ku jinê ji bo vîna xwe û axa xwe li hember hêzên desthilatdar biparêze çek rakiriye û azadiya xwe diparêze û wiha domand: "Li ser vê mîrasê konferansa me lidar dikeve. Îro Asayişa Jinê bi fedakarî mafê hemû jinên bindest diparêze."
Piştre perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yên derbarê parastinê de hat xwendin û dîmenên wî yên di vê barê de hate temaşekirin. Her wiha sînevîzyonek derbarê xebatên asayişê ku hatibû amadekirin jî hate temaşekirin.
Di van kêliyan de konferans bi hemû coşa xwe didome.
(rd/en/rc)