"Di tendirustiya jinê de projeya zayendiya civakî " jiyanî dibe

11:34

JINHA

AMED - Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatin xwe berdewam dike, "Di Tendirustiya Jinan de Projeya Zayendiya Civakî " jiyanî dike. Seroka Dîreya Polîtîkayên Jinan Yuksel Aslan diyar kir ku armanca wan ew e ku bi vê projeyê re ji der barê tendirustiyê de wekheviya zayendî a di nava civakê de pêk bînin.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve di çarçoveya "Di tendirûstiya Jinên de Projeya Zayendiya Civakî " de li DÎES otelê komxebat hat li darxistin. Ji bo komxebatê saziyên jinan yên girêdayî Daîreya Polîtîkayên Jinan tevli bûn û axaftina vekirinê jî ji aliyê Seroka Daîreyê Yuksel Aslan Acer ve hat kirin.

'Cudakarî di asta herî jor de ye'

Yuksel diyar kir ku ew bi vê projeyê armanc dikin di warê tendirustiyê de wekheviya zayendî ya civakî pêk bîn û wiha berdewam kir: " Li Kurdistanê bi taybetî jî di demên dawîn de ji şerê ku tê jiyîn ji bi bador dibin û bi koça ku ji ber şer tê kirin re jî bîlançoya vê girantir dibe. Îstîsmara zayendî û şîdeta di mnava malê de mijar ku herî zêde ji tê de zahmetiyan dikişînin e. Ji ber ku li dijî jian cudakarî tê kirin di vê ku jin li qada tendirustiyê bêhtir têkoşînê bidin. Ji ber cudahiya ku di warê tendirustiyê de li hemberî jinê tê kirin, li dijî cudahiyêdivê bêhtin têkoşîn bêdayîn."

'Divê wekheviya zayendiya civakî bê jiyanîkirin'

Yuksel diyar kir ku jinên li gundan di welidin li gorî jinên li bajaran bêhtir ji mafê tendirustiyê bê par dimîn û ev tişt got: " Divê ku em bivê xebata xwe bêhtir xizmetê ji jinên li qadên bejahî dijîn ango ji yên li gundan dijîn re bikin. Ji ber ku armanca projeya me ew e ku em ji jinên derfetên wan kêmin re xizetê bikin."

'Dê ji bo tendirustvanan jî perwerde bê dayîn '

Yuksel diyar kir ku jinên di vî warî de perwerde dîtine jî dê bi riya vê projeyê perwerdeya xwe jiyanî bikin û wiha destnîşan kir: " Dê ji bo tendirustvanan jî xebat bê dayîn û bi rêveberiyên xwechî û saziyênsivîl re jî xebat bê meşandin."

(sg-be/gc/mk)