Ji bo koçberên Mûsilê alîkarî tê belavkirin
11:40
JINHA
HESEKÊ- Ji bo koçberên ji Mûsilê berê xwe dane sînorê rojavayê Kurdistanê alîkarî tê belav kirin.
Bi destpêkirina operasyona Mûsilê re gelek welatî neçar man ji Mûsilê derên berê xwe dane axên azad û ewle yên rojavayê Kurdistanê. Koçber li ber sînorê Birca Silîbya ya di navbera Mûsil û Holê de hatine bicih kirin. Ligel ku ambargo û zextên aborî li ser Rojava heye jî gel, rêxistin û rayedarên Rêveberiya Xweser hewl didin ji koçberan re bibin alîkar. Li ser vê bingehê Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ya Girkê Legê xwarin û ava vexwarinê ji bo koçberan birin.
Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ya Girkê Legê bi armanca alîkardayîna bi koçberan re 450 pakêtên xwarinê ku ji nan, zeyt, konserwe û mamayên zarokan pêk dihat, li koçberên Mûsilê belav kir.
Endamek Rêxistina Alîkariyê ya Rojava ya Girkê Legê Lamiya Rûstem derbarê xebatên xwe de wiha got: "Em li virin ji bo pêşwaziya koçberan û alîkariya wan bikin, ji ber xwe spartine me, cihê herî aramî lê heye Rojava ye û ew jî têne vir. Me 450 pakêtên Xwarinê li wan belavkir û em ê karê xwe berdewam bikin û alîkariya koçberan bikin heya ku vegerin cih û warên xwe. "
Jinek ji koçberên Mûsilê Fatma Tirsîno jî spasiya Rêxistinê kir û wiha got: "Em li ser sînorin ji pevçûna ku li Mûsilê qewimiya reviyan, em li bendê ne ku hazirtiyê kampa ji bo me bidawî bibe em li wir bicih bibin. Em spasiya her kesê Rojava dikin ku alîkariya me dike."
(ee/ls/rc)