Li Şirnexê hilweşandina konan berdewam dike

11:57

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê yên kuli şirnexê konên gel yên li taxa Afetê bûn hilweşandin, vê carê jî li gundên Toptepe û Avgamasiyan û welatî tehdît kirin. Polîsên ku şeva din çûn konan ji welatiyan re gotin ku heta vê êvarê hun konan vala nekin dê konên we bên hilweşandin û welatî tehdît kirin.

Li şirnexê ji 14 Adarê de bi îlankirina "qedexeya derketina kolanan" re welatiyên ku nexwestin axa xwe biterikînin dest bi berxwedanê kirin û di konan de jiyana xwe berdewam kirin. Lê niha jî konên welatiyan ji aliyê polîsên dewletê ve tên hilweşandin. Duh konên welatiyan ên li taxa Afetê ji aliyê polsn ve hatin hilweşandin û şeva din jî welatiyên gundê Avgamasiyan û Toptepeyê welatî ji aliyê polîsên ku çûn van gundan ve hatin tehdîtkirin û ji wan re hat gotin ku ger konan neterikînin dê konên wan bên hilweşandin.

Her wiha welatiyên ku duh konên wan hatin hilweşandin , bi hin alavên ku li gel xwe birin berê xwe dan gundên şirnexê û wiha gotin: "Dewlet dixwaze ku Botanê vala bike lê em ê destûrê nedinê."

(aı/fk/mk)