Cenazê Fulya ya 9 rojin winda hat dîtin
12:36
JINHA
ANTALYA – Cenazê welaltiya İsviçre ya ku berî 9 rojan li Kaş ê windabûyî Fulya Ozdemir hat dîtin. Girêdayi qetilkirina Fulya mêrê binavê A. M hat binçavkirin.
Berî 9 rojan welatiya İsviçre Fulya Ozdemir li nîvgirava Çukurbag ya navçeya Kaş a Antalyayê windabû. Ji bo Fulya ya ku herî dawî di 15’ê cotmehê de windabûyî û paşê jê agahî nehatî girtin serî li Emniyeta navendê dan. Duh bişev li nêzî mala Fulya cenazê wê bi awayek kêrkirî û di nava beteniyê de pêçayî hat dîtin.
Cenazê Fulya rakirin Tiba Edliya Antalyayê. Girêdayî qetilkirina Fulya mêrê bi navê A. M hat binçavkirin.
(zt)