Li Hesekê Kongra Star Bêrîtan bi merasîmek bi bîr anî
13:13
JINHA
HESEKÊ - Rêxistina Kongra Star têkoşera pêşeng Bêrîtan di 24'emîn salvegera wê de Li Hesekê bi merasîmekê bi bîr anî.
Li Navenda Çand û Huner ya Miftî ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Rêxistina Kongra Star ji bo 24'emîn merasîma bîranîna pêşnega têkoşîna azadiyê Bêrîtan lidar xist. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir û rêvebera Kongra Star Destan Ax Çiya axaftinek kir. Destanê wiha got: "Dema em dibêjin Şehîd Bêrîtan rûmet, tê bîra mirov. Ji ber ku şehîd Bêrîtan xwe teslîmî dijmin nekir û çeka xwe şikand ku dijmin deteser û qirêj neke."
Destanê anî ziman ku Bêrîtan bû peyama vîn û azadiyê ji bo jin û gelê kurd û wiha pêde çû: "Gelê kurd jî fêr bûye ku ji bo jiyanê li ber xwe bide û teslimiyetê qebûl neke. Rêber Apo rêya azadiya me vekir, em ê jî ji bo azadiya wî û pêkhatina xeyalên Bêrîtan û hemû şehîdên xwe têbikoşim."
Piştî axaftina Destan Ax Çiya sînevîzyona ku ji bo danasîna têkoşîna Bêrîtan hatibû amadekirin hate temaşekirin û jinan bi çepik û tîliliyan bîranîn bi dawî kirin.
(ee/ls/rc)