Malbatê ciwanê hatî qetilkirin bertek nîşanî artêşa tirk da

13:30

JINHA

AMÛDÊ - Duh di seat 18'an de ciwanê bi navê Elî Temê li ser sînor ji hêla leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Malbata wî diyar kirin ku dê tola wan were hilanîn.

Dewlet û artêşa tirk bê navber li ser sînor tewana tewana mirovahiyê pêk tîne. Duh êvarê li gundê Mêrîkê li ser sînorê Amûdê û Mêrdînê dema ku ciwanê bi navê Elî Temê dixwest sînor derbas bike, ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Elî li cihê bûyerên jiyana xwe ji dest da û cenazeya wê jî niştecihên gund rakirin Amûdê.

Malbata Elî Temê jî axivîn û ev hovîtî şermezar kirin. Malbata Elî Temê diyar kirin ku xweda ew ê van kiryaran ji dewleta tirk re nehêle. Meta Elî Semîra Temê got: "Dewleta tirk du ciwanên me şehîd xistin, dewleta tirk bi quribana herdû xortê me bin. Li hember kiryarên dewleta tirkiyeyê heya dawî em ê têbikoşin."

Xwişka Elî Ferîde Temê jî da zanîn ku birayê wê di 18'e saliyê xwe de bû qurbanê kiriyarên hovane ya dewleta tirkiyeyê û wiha axivî: "Xwedê ji wan re nehêle, rebî xwedê kezeba dayika wan û malbata wan jî bi şewtitîne. Wek ku kezeba me şewitandine."

(rh/en/rc)