Gundên Efrîn û Şehbayê tên topbarankirin
13:50
JINHA
EFRÎN/ŞEHBA– Çeteyên koaliysona niştîmanî ya sûrî gundê Qetma yê Kantona Efrînê topbaran dike. Li aliyê din jî artêşa tirk û çeteyên Firat Kalkanê, gundê Um Hoş û Hesiye ya herêma Şehbayê topbaran dikin.
Çeteyên koalisyona niştîmanî yên ku li bajarê Ezazê bi cih dibin, gundên Qetma, Qestel Cindo, Merenaz, Malikiyê û benda xizmetguzariyê yênê navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi hawanan, topbaran dikin. Çeteyên koalisyona niştîmanî ji noqteyên xwe yên li bajarê Ezazê gundên Kantona Efrînê topbaran dikin, di encamê de, ziyanên madî pêk hatin û birîndar çêbûn. Topbarana gundên navçeyê didome
Li aliyê din artêşa tirk û çeteyên Firat Kalkanê dest bi topbarana gundên Um Hoş û Hesiyê yên hêrêmên Şehbayê kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatiye wergirtin, artêşa tirk û çeteyên Firat Kalkanê ji bajaroka Mari ve topan davêjin Um Hoş û Hesiye. Di encamê de, ziyan gihişt malên şêniyên wan gundan. Topbarana li ser gundan berdewam dike.
(so/rc)