Deniz Turkali: Bila bi xêr be!
13:58
JINHA
STENBOL – Deniz Turkali a ku bi armanca şêwirmendiya bi rojnama Ozgur Gundemê re ji ber ku beşdarî ‘Nobeta Gernendehiya Giştiya Weşanê’ bûye di derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin got: “Êdî tiştek bê gotin nemaye, bila bi xêr be.”
Beriya girtina rojnama Ozgur Gundemê ji ber êrîşên li ser berdewam dikir kampanya “Nobeta Gernendehiya Giştiya Weşanê” hatibû despêkirin. Ji ber ku Lîstokvan Deniz Turkali jî piştevanî da kampanyayê di derbarê wê de doz hat vekirin. Lêpirsîna di derbarê Denizê de li gel Midurê Karê Weşanê İnan Kizilkaya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatî vekirin vegeriya lêpirsînê.
Deniz Turkali di derbarê vegera dozê ya lêpirsînê de got: “Êdî tiştek bê gotin nemaye. Tenê dibêjim bila bi xêr be.” Deniz da zanîn ku ya di demê dawî de wê kelecanî dike Tevgera Ji bo Demokrasiyê Yekbûyîne, ji derveyî vê naxwaze di derbarê tiştên nerênî de bipeyîve.
(bk-dk/zt)