Nûçegihanên DÎHA yê Arjîn û Bêrîtan serbest berdan - HATE NÛKIRIN

JINHA

RIHA - Nûçegîhanên DÎHA yê Arjîn Dîlek Oncel û Bêrîtan Îrlan dema li navçeya Pirsûsa Rihayê nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin serbest berdan.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê nûçegîhanên ajansa DÎHA' yê Arjîn Dîlek Oncel û Bêrîtan Îrlan dema li Pirsûsa Rihayê nûçe dişopand hatin binçavkirin. Arjîn û Bêrîtan, piştî hatin binçavkirin birin qereqola polîsan û piştre serbest berdan.

Piştî nûçegihan birin qereqola polîsan wênekêş, kamera û hemû amûrên elektronîk ên ligel nûcegihanan di lêgerînê re derbas kin û pirsa "Çima bi taybet piştî qeyûm tayînî vir hat kirin hûn nûçeyan çêdikin?" pirsîn.

Nûçegihan piştî lêpirsînê serbest hatin berdan.

(zt)