Gerîlayên li Dêrsimê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin (1)
14:38
JINHA
DERSIM - JI Gerîlayên li Dêrsimê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dan; Gerîlaya YJA Starê Dîlek Gunenç (Roza Hêlîn), Cemal Kaya (Sevfkan Dersim) û Ugurcan Akguner (Şiyar Dersim), li Dêersimê piştî merasîma li cemxaneyê li gundên xwe hatin oxirkirin.
Ji 14 gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên ku li geliyê Pulemûra Dêrsimê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê 12 kesan duh li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin teşhîskirin û piştî teşhîskirinê malbatan cenazeyên zarokê xwe birin cihê ku lê bên definkirin. Cenazeyên ku hatin teşhîskirin navên wan wiha ne: Cemal Kaya (Sefkan Dersim), Dilan Akkoç (Destan Agit), Şevin Akdamar (Nûjîn Solîn), Dilek Gunenç (Roza Hêlîn), İbrahim Gultekin (Dogan Amed), Şenay Laleşahîn (Ciwana Amed), Sultan Gokturk ( Jîn Şîrvan), Semra Elalmiş (Peyman Kürdistan), Uğurcan Akgunder (Şiyar Dersim), Ramazan Karadag (Piling Sur), Mahmut Bîlgî (Seyîtxan Amed) ve Yavuz Unal (Rûbar Hanî)
Li Dêrsimê merasîm
Ji cenazeyên ku hatin teşhîskirin yê gerîlayê HPG'ê Ugurcan Akgunder û gerîlaya YJA Starê Dîlek Gunenç li dersimê hatin defirnkrin. Di merasîma cenazeyan ya ku li cemxaneyê pêk hat de Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Palamenterê Êlihê yê HDP'ê Ayşe Ozgur Başaran, Parlamenterê Dêrsimê yê HDP'ê Alîcan Onlu, hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Huseyîn Çetînkaya û gelek siyasetmedar û welatî jî tevli bûn.
Piştî axaftinên ku di merasîmê de hatin kirin li gel dirûşm û sirûdên ku hatin xwendin Dîlek Gunenç ji bo li Çemîşkezekê û Ugurcan Akgunder jî bo li gundê Milê bê definkirin hatin oxirkirin.
(ekip/gc/mk)