Li zanîngeha Urmiyê jinek qetilkirî hat dîtin
14:39
JINHA
URMIYE - Li Zanîngeha Urmiyê di 23'ê cotmehê de jina bi navê Perîsa Erşedfer qetilkirî hat dîtin.
Di 23’ê cotmehê de cenazeyê xwendekara kurd a bi navê Perîsa Erşedfer li nava Zanîngeha Urmiyê de hat dîtin. Perîsa xwendekara sala sêyemîn a Endazyariya Elektirîk û Peywendiyê di Zanîngeha Urmiyê de bû. Hevalên Perîsa sibeha roja yekşemê cenazyê wê di Zanîngehê de dîtin. Rayedarên Zanîngehê îdiakirin ku xwekendara kurd dermanê jehrî bikar aniye û jiyana xwe jidest daye.
Lê belê li gor agahiyên hevalên Perîsayê îdîa hat kirin ku Perîsa hatiye qetilkirin. Di sala 2013’an de di heman Zanîngehê de dîsa jinek kurd a bi navê Şeyda Hatemî hat qetilkirin. Qetilkirina Şeyda Hatemî nehat lêkolînkirin û rayedarên Zanîngehê serê wê girtin.
(sr/rc)